Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
casio f-91w - tirşik
casio f-91w
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Modeleke ji saetên casioyê ye.ez bi xwe jî vê saetê bikartînim.pirr pratîk û sade ye.profîla bikarhêrên wê bala meriv dikşîne.gerîlla, leşker, usame bîn ladîn..
(bnr: ya herî baş ew e ku wext nîşan dide)



26.11.2019 17:38 ~18:07 | bayesar

2. modelek qedîm e. dema biçûk bûm, xeyala min bû ev saet. min gelek li ber xwe da û ji kevnefiroşekî yekî kevin û şikestî peyda kir. jê re qayîşek dît û bi zemqê pê ve danî. min gelek jê hez dikir.
te dît hingî kevin dibe, qayîşên wan êdî hişk dibû û hêdî hêdî ji kêlekên xwe diqelişîya. vêca ji ber wê, kengî ez diçûm hemamê, min saeta xwe diavêt nav ava germ. heta min serê xwe dişûşt, ew jî nav ava germ de nerm dibû, dibû wek hêvrîşimê. bi rastî jî bi vî awayî qayîşa wê qet neqelişîyabû.

niha ez saet bi kar naynim lê ger bi kar bînim, ez ê dîsa wê bistînim.



26.11.2019 18:05 | simurg56

3. Saeta min î yekem e. Rojêkî apê min saetek anîbû. ez û kurmeta min di temenê hev de bûn. Apê min gazî me kir. Gote ez ê çend pirsên matematîkê ji we bikim, kî bizane ez ê saetê bidim wî. Saet bû ya min. * û niha matematîka min qet tune ye. Bawerke min tevî li wir bo saetê xerç kir! *



26.11.2019 22:47 ~22:47 | xwelî li ser

4. bawer dikim saetek welatparêz e *



26.11.2019 23:30 | brusk56

5. Saeta ku bona ez biçim ber golika apê min ji min re kiribû (way li min 14 sal berê)



26.11.2019 23:46 | seryasêdilşûşe

6. Modeleke markaya casio ye ku demjimêrçêkerek efsaneye. Ev model demjimêr dema ket piyasê gelek populer bû hê jî tê firotin. Bawerim niha yên temenê wan di navbera 20î heya bi 40î heyala wan ya zarokatiyê bû ku yek ji van demjimêran bixe destê xwe.

Demjimêr bikaranîna wê gelek rehet bû û alternatîfên weke alarm, salname, kronometre, ronahî û ji vana hemûyan girîngtir pihêtbûna li hember avê. Yanê avê derbasî hundirê xwe nedikir. Tê zanîn wê demê demjimêrên erzan pir dandîk bûn û mirov newêribû tevî demjimêrê destê xwe bişûştana. Hama ku av derbasî bin cama wê dibû û di hûndirê wê de dibû dûxan.

Dema ez 8 salî bûm bavê min çû hecê û di vegerê de ji min û birayê minî mezin re ji van saetan yek anîbû. De hingê ji kêfa min nizanibû ezê çi bikim. Di razanê de, di serşûştinê de tu carî min ji destê xwe dernedixist. Hama gavê saetê pêl wê bişkoka wê ya ronahiyê dikir û li demjimêrê dinihêrt. Min di jiyana xwe de ewqas ji tiştekî hez nekiribû. Bi qasî 5 salan ew demjimêr bi min re ma. Gava ku ez çûm medreseyê yekî bextikê xwe reş kir û kelecana min, hezkiriya min, canê min, rihê min ji min dizî û bir. Tu carî ez hîn nebûm bê ka kî dizî. Ji behca çavê min tije rondik dibûn û hew mabû ez ji dîn derketama. Law ma li mala xwudê û xwendekarê ilm û dîn çawa karibû destikê xwe bişkîne û xewn û xeyala min û bi serde yadîgara bavê min ya hecê ji min bidize!? Wê rojê min dinyayê nas kir ku çiqas bi êş û elem e....


Piştî 11 salan ez li vê mijarê rast hatim û dîsa wê roja reş û zilûmat hate bîra min. Helbet demjimêra min ya şêrîn û nazenîn jî. ..



lêzêdekirin: min wêneyê demjimêrê li capsan barkiribû ku li vê derê nîşan bidim lê ku ew demjimêra min hat bîra min, ji bîra min çû ku wêneyê biweşînim:

Here lînkê



26.01.2022 14:40 ~15:10 | tîrêj zana 21

7. 17-18 sal berê, Dema ku min ji bo azmûna zanîngehê re amade dikir ev yeka li min û hemû hevalên min hebû.
(bnr: tiştên ku nifşa z nizane)



27.01.2022 05:41 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» casio f-91w

Kategoriyên mijarê:: marka teknoloji marka teknoloji marka teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî