Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kêmasiya b12'yê - tirşik
kêmasiya b12'yê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşiya ku ji ber hindikbûna vîtamîna b12 derdikeve holê û dibe sedema pernisiyöz anemiyê.
sedema bîrokî, bêhalî û westabûnê ye.
dibe ku bibe sedema weşandina porê, sarbûnê, tevizandinê û di dev de birînan.



26.11.2019 08:11 | brusk56

2. Vîtamîna ku ji alîyê laşê mirov ve nayê afirandin
Divê ku ji derve were sitendin ango xwarin
Di kêmasîya wêde dibe kû kêmxwênî,naxweşîyên norolojîk û giyanî peyda bibin
Dema mirov diçe nexweşxanê sê çar derzîyên berdayî didin û mehê carekî li qunê dixin lê kêrî tiştekî nayên
Ya baş hun rojê qedehek dimsa stewrê vexwin wê tiştekî we nemêne



10.01.2020 21:11 | tîrêj zana 21

3. Vîtamîna b12, îda bûye qajikê devê nexweşan. Her nexweşên bîr dibê, dixwazê b12 bidê pîvan.
Halbûkî gelek caran masrfeke îsraf e.



11.01.2020 11:25 ~11:54 | gumgumok

4. gelek caran ji ber problemên di ûrê mirov de, peyda dibe. ger sedem ev be, mirov rojê 2 lître dims jî vexwe, kêr nayê.
wisa:
vîtamîna b12 di goşt û tiştên din yên heywanî de peyda dibe. dema mirov van tiştan bixwe, b12 heta îleuma termînal tê, ku beşa dawîn ya rovîyên zirav e. b12 ji vir tê mêtin, lê belê ji bo ku rovî bikare vê vîtamîn b12ê bimîje, pêdivî bi faktora întrînsek heye ku ew jî ji hucreyên parîetal ya ûr tên hilberandin. ger kêmasîya faktora întrînsek hebe, îleuma termînal bêqusur be jî, mirov her roj goşt bixwe jî, ew b12 nagihije bedena mirov.

ji bo kêmasîya faktora întrînsek jî sedem hene:
- atrofîk gastrît (ji ber îltîhaba demdirêj ya ûr, êdî bêfonksîyonbûna mukozaya ûr)
- Pernîsîyoz anemî (li dijî hucreyên parîetal, antîkor hene û loma ew hucre tên rûxandin. otoîmmun e.)
- emelîyatên ûr (yên ji ber sedemên cûrbecûr, yên ji bo dana kîloyan jî tê de)
- madeyên şewitîner ku zerarê didin van hucreyan

di rewşên wisa de mirov nikare bi xwarin/vexwarinan b12ê bistîne, wê demê mirov neçar e ku wan derzîyan li qûna xwe bixe. mixabin..



11.01.2020 11:38 ~11:41 | simurg56

5. Dema li wargehê dimam, ji xwarinê dayika min dûr *
Ev kêmasî bi min re jî derketi bû, çend derzî dabûn min, ger ne şaş bim, 7 hep ser hev, paşê heyvê carekê, herî dawî serê 6 heyva carekê heya ku xelas bibin divê min li xwe bidaya.



15.02.2023 00:11 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasiya dîqatê û xerabiya hîperaktîvîteyê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî