1. ajaleke li kurdistanê jî tê dîtin. min bi çavên xwe nedîtine lê bavên min carê dibîne an li şopa wan rast tên. |
|
26.11.2019 00:53 |
berxweda
|
2. wek kurîbeşk jî tê gotin. ajaleka zehf çir û serxwe ye. dinanê wê tûj in. carekî li Xendekê yek ji wa ketibû xefka hevalê me; em çûn cihê xefk lê hatî vedan me meyzand xefk ne li cihê xwe ye, em pey şopa wê ya nav axê de çêbûyî çûn, ez bawer im ji 500 metreyî zêdetir hatibû xirikandin, em çûn paşîyê me meyzand kurîbeşka me tê de ye, dîn û har bûyî, zarokên gund xwe avêtin ser, girtin, ti nabê kurîbeşka gewr jî devê xwe avêt tilîya hevalê ku xefk vedayî û tilîya wî re girt, 5-6 kesa xwe avêt ser kurîbeşkê wê kurîbeşkê tilîya wî hevalî berneda û hevala nedikarî devê wê ji hev veke, piştî xirûcira 5 deqeyekî hevalkî kêrika xwe derxist û kêr avêt zimanê kurîbeşkê dema jê girt hema kurîbeşkê feqîr devê xwe veki, hevalê me tilîya xwe jê xilas kir, me meyzand tilîya çar ciha re kun bibû. axir kurîbeşk xirikandin birin malê, nizanim çi lê hat. lê ez zaroyê 10 salî şaqis mabûm, keyfa min gelekî ji reng û berxwedana wê ajalê re hatibû, lê ji bo rizgarîya wê tiştek ji destê min nedihat :/ |
|
26.11.2019 01:29 |
xendekî
|
3. (bnr: kurebeşk) |
|
26.11.2019 07:48 |
xelîl
|
4. Gava ku min nivîsa xendekî xwend gelekî gunehê min bi kurebeşka reben hat. Bi rastî jî zarok çiqasî bêmerhemet û zalim in. Heyfê. Ajal li hemberî mirovan bêparastin in. Him yên kedîkirî him jî yên hov. Tev para xwe ji zilma mirovan distînin. |
|
26.11.2019 09:45 |
fatoş xanim
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |