1. nivîskarekî tirşikê yê nû ye. kirdkî/zazakî zane ye. bi xêr hatîye. |
|
26.11.2019 00:29 |
berxweda
![]() |
2. Lazîm o ke nûskarê bi zone ma nûşnaye rê vajime |
|
26.11.2019 09:36 |
cinorek
![]() |
3. Di heman demê de Cureyekî tirî ye. |
|
26.11.2019 09:37 ~2021.11.21 20:42 |
kajav
![]() |
4. nivîskarê ku do li tirşikê qeyd bûye. |
|
27.11.2019 00:19 |
brusk56
![]() |
5. Tirşikvanekî hevnasîn û hevaltiya me bi awayekî sanal çêbûye û piştre rûbirû dewam kiriye. Ez bi saya wî bûm endamê tirşik.net'ê spas dikim. camêr herdû zaravayan jî baş dizane. Ma bavê min jî Zaza bûya minê zazakî bizaniya* |
|
19.03.2020 18:29 |
xabûrî
![]() |
6. Zazayek amedî ye. Pîvazhezekî hêja ye* zazakîya wî gelek zelal û pak e. Bi xwendina peyamê wî yê zazakî gelek kêfa min tê. Dest û zimanê wî sax be. Ganê wê weş bo, merdimek zaf delal o seyî hebî engurî o* |
|
20.03.2020 02:34 ~10:02 |
rizgarm
![]() |
7. Serê xwe li ber wî ditewînim. Ji ber ku kasek berê di sîteya 1000kitap.com ê şîroveyê wî meyze kir û min dît ku Kîjan mirovê kurd dîtibe li bin parve kirina wî/wê de wî/wê kesê dawetê tirşikê kiriye. Lê kurdên me dîsa guhên xwe girtin e mixabin. Lê dîsa jî ez hevalê kajav pîroz û tebarek dikim. Keda wî pîroz e. |
|
12.06.2020 20:40 ~2020.06.13 14:04 |
yûsiv
![]() |
8. Bi kurmancî jî bi zazakî jî baş dinivîse. Zêde ji zazakî fêm nakim lê ku nivîsên wî yên bi zazakî dibînim bi taybetî dixwînim. Û îtîraf dikim ku tim çepikan didim nivîsên wî yên zazakî * her hebe * |
|
08.07.2020 21:38 |
berijahr
![]() |
9. Bi têbinî û pênaseyên di bin nivîsê xwe de gelek bala min kişandiye û ez kêfxweş kirime. Bi rastî niha mîna brûskê tiştek di hişê min de lê ket. Nizanim bloga wî heye an nîne xwezî mîna van nivîsê xwe û hebekî din dirêjtir û bi heman şêweyî binivîsanda û me kêf û zewqek bêhempa ji van nivîsê wî bigirta. Ka bila vê pêşniyarê bifikire* |
|
06.08.2020 00:48 |
rizgarm
![]() |
10. nivîskarê ku îro min ew bi tesadûfeke nuwaze dît û roja min pê geş bû * telefona wî li ba min hebû lê me hîç rûbirû hev nedîtibû. ez ê ji qoserê biçûma mêrdînê û li rawestgehê bende bûm. yek hat û ji min re pirsî erebeya mêrdînê ji vir diçe min jî got belê. dûre min di hişê xwe de got yaw ev dişibe kajavî. ew jî di heman gumanê de bû: gelo ev ne keyomerd be? dûre min lê nerî telefona xwe bir ber guhê xwe û telefona min lê ket. kajav digeriya * piştî vê kêliyê em her du jî tê gihiştin ku ez keyomerd im û ew kajav e. piştî wê em bi hev re çûn mêrdînê û em peyivîn. qaşo ez hatibûm mêrdînê ku biçûma ba hevalekî xwe yê ereb, lê min got ji devla ez biçim ba wî û tirkî bipeyivim, li ba kajavî bimînim û kurdî bipeyivim. mirovekî gelek hêja ye, ez vexwendim mala xwe jî. em bîstekê li mala wî jî rûniştin. û ez fêr bûm ku xabûrî jî pê re dijî lê wê kêliyê ne li malê bû. xwezî min ew jî binasiya. divê ez rojeke din werim û li mala we bimînim ha va ez ji we re dibêjim * |
|
18.12.2020 17:57 ~20:45 |
keyomerd
![]() |
11. Camêrek pir xwîngerm û jêhatî ye. Ji ber ku bi eslê xwe zaza ye lê kurmancî fêr bûye, ez wî ji xwe jêhatîtir dibînim. Lewra hîn ez zazakî fêr nebûme./ piştî em ji 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê belav bûn berê xwe da me û ferhenga şikestî(ew jî bi eslê xwe zaza ye) û got "emanetî homa bo " ( bawerim tiştekî weha bû) agir bi dilê min xist. Xwezî şikestî pê re bi dimilkî axaftibûna. Heya ez çûm malê ji bîra min derneket. |
|
19.12.2020 15:44 ~15:49 |
tîrêj zana 21
![]() |
12. Law ma ji xwe piştî civînê ew hat mala me û em bûn hevalên malê (-_-) |
|
20.12.2020 16:18 |
xabûrî
![]() |
13. sedema qeydbûna min ya li tirşikê ye. |
|
02.05.2021 04:41 ~2021.06.19 08:40 |
merwano
![]() |
14. Nivaskarê dimilî û xwînşêrîn e. Bi qasî ku hatiye gotin li mêrdîn digel xabûrî dijî. Divê ew û xabûrî teqez min vexênin mala xwe an li mêrdînê civînekî saz bikin* |
|
13.06.2021 19:16 |
tîrêj zana 21
![]() |
15. nivîskarekî kirmance û dema ez bûm endamê tirşikê xêrhatinek da min, qasî ez wî li ser vê rûpelê û twitterê dişopînim dibînim ku fikir û gotinên wî jî pir xweşin. |
|
13.06.2021 21:54 |
doesntmatter
![]() |
16. Di serî de spasîya tîrêj zana 21 û doesntmatter dike. Mala me ji hemî tirşikvanan re vekirî ye. * civîn jî di fikrê me de hebû Lê wan qedexeyan rê li ber me neda. Pêşerojê de em ê pêk bînin. |
|
14.06.2021 23:04 |
kajav
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |