1. li dyayê piştî roja şiqranê ye. ji sala 1932an vir ve wekî rojekî kirîn û firotinê tê qebûl kirin. betlaneyek fermî nîne. |
|
2019.11.25-23:46 |
wiha wilo wisa
![]() |
2. kampanyaya ku li tirkiye serî de bi navê "kara cuma" hat despê kirin. paşê dema hinek bertek hatin nîşandan, niha navê wî bûye "efsane cuma". |
|
2019.11.25-23:48 |
brusk56
![]() |
3. li tirkiyeyê piştî sekana pêşveçûna ekonomiyê, reklamên erzaniyan -ên piranî malperên kirrîn û firotinan in-, tenê reklamên derewîn in. ji bo hûn daxistinên rastî peyde bikin, divê di torê de bibin şînokê vekoler! |
|
2019.11.26-00:04 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
4. Ji kerema xwe vê sernavê asteng bikin berra xanima min nebîne :( |
|
2019.11.26-00:43 |
ferhenga şikestî
![]() |
5. (bnr: Îna efsane)* |
|
2019.11.26-08:09 |
xelîl
![]() |
6. Sala buhurî min ji maviyê bi 400 lîreya kabanek kirî. Haya min ji îna reş û spî nebû. Piştî hefteyekê min bihîst ku bi navê îna efsanewî hema bêje hemî markayan bihayê tiştên xwe daxistibûn. Ez çûm mavîyê min nêrî ka bi rastî jî wusa ye û min dît ku ew kabanê min 400 lîreyî kirî ketibû 320 lîreyan. Yanî min qazikek xweş ji wan xwar. Dema dibêjin îna efsanewî ev qazika efsanewî a min xwarî tê bîra min. |
|
2019.11.26-11:30 ~15:38]|
nan û av
![]() |
7. Ya ku ez benda hatina wê roje me. bo danûstandine rojeke geşe. |
|
2019.11.26-16:29 |
golikvan
![]() |
8. qet ne li benda rojên wisa me. heta niha min ji danûstandinê hez nekiriye û bawer im ez ê hez jê nekim jî. rojên wisa bo min nehewce ne lê bo şîrketan wek cejn in. |
|
2019.11.26-23:06 |
kurê xelkê
![]() |
9. kampanyaya ku îro diqede. |
|
2019.11.29-23:37 |
brusk56
![]() |
10. Min dixwest ji keça xwe ya 9 mehî re montekê bikirim. Min li ser înternetê li LC Waikikiyê nêrî kû montê 100 lîreyan ketiye 80 lîreyan. Min jî got nexwe ezê herim ji maxazayê bikirim. Îro ez çûm mont bikirim. Min mont dît û çûm kaseyê ku pereyê wê bidim. Min nêrî ku karker got min 100 lîre. Ez şaş mam. Min got; li ser malpera we bihayê wê 80 lîre xwiya dikê çima li vir biha 100 tl xwiya dikê? Berpirsyara maxazayê got carinan hin berhem tenê li ser înternetê dikevin ber erzaniyê. Min mont nekirî û ez hatim malê min ji înternetê sîparîş da. |
|
2019.11.30-00:27 |
nan û av
![]() |
11. Li tirkîyeyê virekî mezin e ! mirovan dixapînin |
|
2019.11.30-00:34 |
mêrxasê serhedê
![]() |
12. Xwedê te'ala di qur'ana pîroz de li ayetên 9em, 10em û 11emîn yên sûreta cum'ayê li roja înê misilmanan çawa tev bigerin daniye xuyandin. Xwedê li wan ayetan wer ferman dide radigihîne; |
|
2019.12.14-04:26 |
rûbar
![]() |
13. (bnr: let the conspiracy theories begin in tirşik)* |
|
2019.12.14-11:28 |
xelîl
![]() |
14. ev kampanya bi qasî 87 sal in li dar e. |
|
2019.12.15-00:46 ~00:48]|
ferhenga şikestî
![]() |
15. Ne bira ez piştgiré van adetanim hema tişt bila were firotin, gel bila goşté hevdú xav bixun. Xwestî me li welaté xwe jî dewlemendîyek wiha bidît, şit erzan buna, xwarin belaş biwa. |
|
2019.12.15-13:40 |
xurufi
![]() |
16. Sibe dest pê dike lê li kîjan malpera danûstandinê dinêrim qaşo ji niha de erzanî kirine lê heft heramê Xwedê. |
|
2021.11.25-23:07 |
merwano
![]() |
17. Xefika herî mezin a sedsala 21 mîn e. Li bajaran, ger hun herin nds hûn ê bibînin derî û şibakê dikanan giş bi brandan re û dirûşmên erzanîya îna reş (bnr: black friday) hatîye xemilandin lê heft şahid jê re divê ku yek bêje erzanî heye. |
|
2021.11.26-19:50 ~20:01]|
pîroz
![]() |
![]() |
bîrbir [2] |
![]() |
badilhewa [1] |
![]() |
veqetandekên binavkirî [3] |
helîma xwe [2] |
|
![]() |
kilama dayîka min [2] |