Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
vale - tirşik
vale
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kesê ku li kargehan (xwaringeh, cafe, pastexane hwd) dibê arikarê mirov ku erebeya xwe li cihekê guncav (musaît) parq bikê an jî ew bi xwe erebeya mirov parq dikê ye. Li Amedê êdî bûye qadeka rantê û hema bêje li ber pirraniya kargehên berbiçav û navdar hene. Pêşiya dikanê wan normal de ne milkê bavê wan e lê wusa muamele dikin ku tê bibêjê qey tu mecbûr î erebeya xwe dera dibêjin parq bikê an jî erebeya xwe bidê wan. Îro li ser rêya 75ê ez çûm goksel tantuniyê. Hê min erebe parq nekîrî min hew dît vale ji derve ve li min îşaret dikê û cih nîşa min dikê. Derî ji min re vekir. Ez çûm min sîparîşê xwe standin hatim. Min nêrî dîsa hat ji min re derî vekir. Hêviya bexşîşê bû. Min tiştek nedayê û ez hatim. Me'dê xwe tirş kir tê bibêje qey min bavê wî kuştiye.
Li ser wê caddeyê îşê mirov hebê kargeha valeyê wê nebê jî te hew dît yê dikana teniştê hat û rê û cih nîşa te da. Bi rastî êdî gellek aciziyê didê min. Mirovan ne bi fizîkî lê bi psîkolojîk resmen tacîz dikin. Gellek carî difikirim ku şîkayetê saziyên fermî bikim. Her kargehî ji xwe re qadek dagir kiriye û ji wir rantê bi dest dixin.



25.11.2019 22:39 ~22:41 | nan û av

2. her wiha vala. tişta tiştek tê de nîn e. mejîyê hin kesa..
.



25.11.2019 23:06 | xendekî

3. karê niha li carbekir gelekî populer bûye. karekî baş e û barê mirovan ê lêgerîna cîhekî bo sekinandina erebeyê rehet dike.
ji ber sedema dizên carbekir, dema erebeyê didim wan tim bitirs im ku dê erebeyê bidizin (herçiqwasî ne biqîmeteke mezin be jî)



26.11.2019 00:37 ~00:54 | berxweda

4. Bi çi qasî ji destê min bê ji wan dûr dikevim. Mesela dema diherim lokantayê erebeya xwe li hember a rêyê de parq dikim. Îmana min ji wan diçe.



26.11.2019 00:42 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» valerian and the city of a thousand planets

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî