Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
2020 - tirşik
2020
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî 2019ê, wê wek dermanekî ronahiya xwe biavêje ser me. hêviyên me yên ji wê, biqasî çiyayê everestê bilind in. ew dê destvekirî be *



25.11.2019 00:21 ~00:21 | wiha wilo wisa

2. Sala ku ji zaroktiyê difikirîm min digot "Gelo wê salek çawa be ?" vaye hatiye û tiştekî balkêş tuneye



25.11.2019 00:23 ~00:31 | biaqila malê

3. Çi bibê ewê di sala 2020 a bibe ji bo min bşav(bi şertên asayî ve) dibe ku pir tişt ber bi baştiyê ve biguherin di jiyana min ya şexsî de



25.11.2019 00:24 | seryasêdilşûşe

4. Sala ku bawer im ji bo min gelek tiştên nû di nav xwe de dihewîne ye. Piştî 2019an hinek rihetî û aramî dixwazim.

Ma qey zehf tişt dixwazim ?



25.11.2019 21:30 | xelîl

5. 2020 yanî 20+20 ew jî dixe 40. Yanî 40 dike emrê mhp. her bijî. *)))))



25.11.2019 22:33 | kurêtirîdeus

6. sala ku mirov dikare weke "bistbist" jÎ bilêv bike.



25.11.2019 23:45 | brusk56

7. Va dest pê kir.
Ya Ellah û ya xwidê...



01.01.2020 00:34 | gumgumok

8. ewê jî wek 2019ê bê û derbas bibe, hêvî dikim sala nû ji bo rojava tiştên xweş bîne, dilê me li wir geş bike.



01.01.2020 00:45 | xendekî

9. difikirim, difikirim lê tu tişt naxwazim îlle di vê salê de pêk were. tê bêje qey bêhêvîtî ye lê na, ev tişt têgihek neyînî ye. gelek tişt jî hene ku ez bê wan birçî me lê naxwazim îlle bibin an nebûna wan ne pir kêmasî ye. xwedê xêr bike.

-sersala te pîroz be.
-temam.



01.01.2020 00:54 | biruya hayao miyazaki

10. Sala ku heb hêvîyên min jê tune ye. Û dizanim ku wê ev sal jî ji 2019an cudatir nebe.

(bnr: sal bi sal xwezî bi par)



01.01.2020 10:59 | xelîl

11. Wext diherike, ne 19an nas dike ne 20an. Em îro çi bikin ew e. Li doh çi zêde bikin qenc e.
Tevger=Jîyan



01.01.2020 13:38 | dijberîst

12. Salek wisa bû hema bê lome yarebbî. Mixabin em bûn şahidê bûyereke dîrokî ku salan bê behs kirin.

Di hemû cîhanê de nexweşiyek ji vîrûsa korona ya tîpa 19 belaw bû û li gor nûçeyek ji 16 sibat 2021ê aliyê (bnr: bbc) ve hatî parvekirin; tûşbûnên wê vîrûsê gehişt 108 milyonan, û mirin jî gehişt 2.4 milyonan kesan.

Me jî eqrebayên xwe wenda kirin lê dîsa jî çibikin, jiyan didome.



23.02.2021 17:39 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 2020

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî