Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
zarok fêkiyên mala ne - tirşik
zarok fêkiyên mala ne
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pêşgotinek e Kurdî ye. Ji bo şirînî û xweşiya hebûna zarokan bînin ziman tê bi kar anîn.
Bi rastî hebûna zarokan û hesta dê û baviyê gellek xweş e lê mezinkirin û terbiyekirina wan têra xwe jî zehmet e. Ez wek bavê 2 zarokan ( yek kur 6 salî yek keç 9 mehî) dikarim bêjim keç li gor lawik hestiyartir, naziktir û li ber dilê min şirîntir in. Belkî keça min hê piçûk e ji bo wê li ber dilê min şirîntir bê.
Lê bi her awayî mirov naxwazê neynoka wan jî bi êşê.



23.11.2019 21:50 | nan û av

2. gotineke xweş a kurdî ye. zarok mala şên dikin.



24.11.2019 00:00 | serhednişîn

3. biwêjek sedê sed rast e.



24.11.2019 23:32 | brusk56

4. Dema mirov ji aliyê berdewamîya nifş û cinsan lê binêre, gotineke rast e, dema mirov ji aliyê tahmê ve jî lê binêre dîsa rast e. Belê dê û bavên li tirşikê, werin li vir propagandaya zewacê bikin *



25.11.2019 12:51 | simurg56

5. erê rast e (bnr: greyfurt)



25.11.2019 19:35 | ferhenga şikestî

6. Gorî texmîna xwe dibêjim, dibe ku tama vî fêkî bitter sweet be.



25.11.2019 19:57 ~21:22 | bayesar

7. her wiha dibêjin zarok sebra malê ne, yên dizewicin jî dibêjin piştî demekî heke zaroj nebe zewac dewam nake. ji ber wê piştî hûn zewicîn bihêlin bila zarokên we çêbin



25.11.2019 23:12 | xendekî

8. Hina yo. Ti Aw bidedî ti ra bewnî, fêkî to xişin benî gird benî, tam û lezet debeno mîyan. La ti aw nêdî bide ke to ra bicigirî veredaye xişin bî.



25.11.2019 23:23 ~23:23 | kajav

9. diheyirim ku mirov radibe bebekên ji-milyaketan-hatî, datînin vê cîhana neletkirî. haho ji wan zarokên dilpak û tişt-nezan! her tîşt ego ye ne ego be, ev çi wêrekî ye? gelo bo zewacên xwe yên pîrozkirî (tehma devên wan) xira nebe, radibin zarok tînin û dibêjin fêkî û zebeş û ba'cana sor?niza'm wele. lê kengî bebek an zarokek dibînim, dibêjim, hey rabenê/o, tu yê çi tiştên pîs û neînsanî bibînî, dê çi peyvên nebaş bibihîsî û pêrgî tevgerên nexweş bê. heyfa te ye law. ya dêûbavê te ne li cem te bin an jî rasterast li hemberî te bin û tu yê tenê biminî. hey li vê ecebiyê. xwedê li yên heyî û dê werî miqate be.

rastiyek heye:

(bnr: natural selection) û rastî tehl in.



25.11.2019 23:37 ~23:38 | biruya hayao miyazaki

10. Eger ji îroj pê de kes zarok nehêne dinyayê, teqrîben 100 sal paşê dê dinyayê de hîç însan nemîne, koka însanan qir be. Ma hûn dixwazin koka me biqele.



26.11.2019 00:51 | ferhenga şikestî

11. bê şik raste, lê mixabin meriv nikare bêje ku piraniya kurdan qedir û qîmeta wan dizanin.



07.05.2020 01:57 | afa

12. zarokên niha jî wekî fêkîyên niha ne



07.05.2020 04:14 | rizgan

13. Raste. Lê mixabin, li vî demê de malbatîya kurden me xirabtir diçe û giringîya vî nerîna li serê zarokan kemtir diçe. Sedemê vî jî, di navbera kurden me nerînen çepgirî û keçên me jî femînîstî zedetir diçe. Lazime kû em xwe ji tevgerên çepgirî/femînîstî û hertişten vala dûr bixin. Em ê binerin û bibînin li peşêroje de hale kurden me çawa diçe.



07.05.2020 07:02 ~07:04 | tekoser

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokên ber çêm
» fêkiyên xirabuyî
» mala mino xebera mino

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanbiwej zimangotinepesiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî