1. markayeke teknolojîyê ye. bi telefonên xwe tê nasîn lê cûr be cûr amûrên elektronîk hildiberînin. ji pekîna paytaxta çînê ye. di pîyaseya telefonan de yek ji 4 markayên herî mezin yê dinyayê ye. cara ewil di sala 2011an de telefonên jîr firotine lê piştî wê salê bi lezekî zêde, mezin bûne. |
|
16.11.2019 12:56 |
simurg56
![]() |
2. Min modela wê ya redmi note 7 ji xanima xwe re kirî. Kameraya wê 48 megapîksel û şarja wê li gor bikaranîna wê gellek baş diçê. Ji aliyê dîzaynê ve jî xweşik û rehet e. Min ji trendyolê 1673 lîreyan kirî. Li gor bihayê xwe telefonek baş e. |
|
30.11.2019 22:40 ~22:41 |
nan û av
![]() |
3. Ez jî mi a1 64 gb bikartînim û min salek û nîv berê kirîbu jê pir keyfxweşim a nihe buhayê wî dora 1400 û 1500 a ne. Şarz super diçe sar(radyasyon) a wî zêde ye. Kamera jî ji vasatê hinek çêtir e. |
|
30.11.2019 22:45 |
azad30
![]() |
4. Niha modela wê ya Redmî note 8 pro favoriya min e . kameraya wê gellekî baş e. qaçaxên wan jî ne xirab in. *) ez dibêjim hinekî di ber xwe bide û bi saya kiriyarên ku kêm zêde hişmendiya wan ya birawirdkirinê heye wê dikaribe samsung' ê derbas bike. |
|
30.11.2019 22:47 |
darînê daryo
![]() |
5. li gorî min markayeke telefonê dê samsung mamsungê li pêş xwe bihêle ye. min modêla mi 5s plus 128 GB bi kar dianî lê ji ber pirsgirêka imeiyê ev hefteyeke ez şerpeze bûme :( wekî din tu qisûra wê tinne. |
|
01.12.2019 23:17 ~23:22 |
xabûrî
![]() |
6. Ev ji du salan bêhtir xiaomi mi5'ê bikartînim, we demê he kesî zêde nas nedikir. Digotin, çima te markayeke ku navdar te nekiriye. Aniha bûye navdar û ez gelekî jî jê memnûn im. Çiqasî wek berê şarja we xwe nagire jî, dîsa jî tenê ji bo kamera we hêja ye. |
|
01.12.2019 23:46 |
merwano
![]() |
7. markaya telfûna min e. |
|
02.12.2019 00:07 |
gulêê
![]() |
8. (bnr: xiaomi mi 9t) |
|
02.12.2019 20:28 |
brusk56
![]() |
9. markaya ku ez jî derbasê wê bûme. helbet ji hin aliyên xwe ve ji telefonên din çêtir e û ji telefonên din gellek erzantir e jî. û din hin aliyan de jî kêmasiyên wê hene. lê dîsa jî tercîha min ew e. |
|
02.12.2019 21:40 ~22:11 |
ceso
![]() |
10. Çend roj berê min ji xwişka xwe re kirî. Niha hem baş e hem jî erzan e. Lê pêşerojê wekî huawei bawer im biha be. |
|
02.12.2019 22:16 ~22:25 |
kajav
![]() |
11. taybetiyên wê yên mi'yê pir xweş û berfireh in, mîna marqayên din nujeniyan dilop bi dilop nade, hema bi çoçikan dide. çend sal berê min yek ji xweha xwe re diyarî kiribû û xuya ye ez ê jî yekî ji xwe re bikirim lê di vê |
|
02.12.2019 22:24 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
12. Telefona ku min bihîst ji hin cureyên Iphoneê baştir e, gelek taybetmendiyên wê hene lê di demeke nêzîk da gelekî navdar be, pêşnîyazek ji we ra pereyên we hebe a niha ve ji xwe ra peyda bikin, bibin xwedî qonsept û qlassssê * |
|
05.12.2019 02:13 |
xwebixwe
![]() |
13. merqeya ku dya'ê doz lê vekiriye û armanca dya' yê ew e ku êdî di telefonê xiaomi de dixwaze ku hemû sîstemên google bên qedexekirin. |
|
02.02.2021 01:01 |
merwano
![]() |
14. telefona min ya xiaomi mi 5 îro jixwe re hat girtin û ve nedibû. |
|
15.06.2021 22:33 ~22:35 |
merwano
![]() |
15. kompanyaya ku kuçikekî robot yê bi navê cyberdog bi pêş xistiye. gorî dibêjin ev kuçikê robot dikarê pey xwediyê xwe were û ji astengan biflite. |
|
10.08.2021 22:47 |
hueyn
![]() |
![]() |
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk [1] |
![]() |
biwêj [1] |
![]() |
kadiz [5] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |