Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
stêrka karwan - tirşik
stêrka karwan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. koma mûzîka ya ji tetwana bedlîsê ye. ez dibêm qey di vê komê de sîstema hevserokatîyê heye. ji ber ku hemû stranên wan ji aliyê 2 solîstên wan ve tên xwendin ku yek ji wan mêr e, ya din jin e *

kom di sala 2008an de li tetwanê hatiye avakirin. endamên komê aram baro (solîst), berzan arslaner (gîtarjen), dîlan sagniç (solîst), nevzat orak, bîyan sagniç (keman) e.
komê di sala 2018an de albûma xwe ya yekemîn ya bi navê zehar derxistine. li tetwanê dijîn û karên xwe jî li vir dimeşînin. li gorî gotina wan bixwe, ew li ser riyekê ne ku tiştên ji hev cûda diceribînin. loma stranên wan ji hev û din cûda ne. berî salan mûzîka rockê, heta mûzîka metal çêkirine lê paşê dev ji wan berdane. min mînakên stranên wan yên wê heyama wan, nedîtin.
di albûma wan de 9 stran hene ku 8 jê bi gotin û awaza xwe aîdê wan e. ev yek tiştekî gelekî girîng e. ji bo min krîtera sereke ye lewra dîsa û dîsa gotina heman stranên gelerî êdî dilê min dixelîne.

tekane strana wan ya gelerî, de bimeş e. dapîra aram barko jî di stranê de cî girtîye.

ev 2 roj in li albûmê guhdar dikim. ji bo min 1-2 stranên wan ne xerab bûn lê bi giştî zêde ne li gorî min bûn û -bila li qusûra min nenêre lê- min qet ji dengê solîsta wan ya jin nekir. dengê xwe zêde zêde tenik dike û tim li min wer dide hestkirin ku ji bo derxistina vî dengî, xwe gelekî diwestîne. dema wisa be, stran şûna ku ji guhê min biherike ber bi dilê min, mejiyê min diwestîne bi fikirandina li ser vî dengî û nahêle tamê ji stranê bistînim. nêrîna min a li ser stranan û li ser dengê dîlan xanimê, bêguman tenê aîdî min e û belkî hinek kes jê re bibe heyran jî.

bi kurtî, cihê kêfxweşîyê ye ku ji bajarokekî weke tatwanê komekî wisa derkeve û bi keda xwe albûmekî wisa derxe. pir pê keyfxweş bûm û ez ê çend stranên wan li lîsteya xwe zêde bikim.

di vê navberê de divê bêjim ku gotinên strana wan çîrok, ne ecêb be jî cûda ye.

wêne:
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

lînk ji bo guhdarkirina albûmê: Here lînkê



06.11.2019 22:03 ~22:11 | simurg56

2. Komeke muzîkê ye ku îro bi bernameya mehdî mêhvan e haya min ji wan çêbûye. Min dengê dîlan xanim û aram gelekî eciband. Tarzan wan cûda ye. Bi hevnasina wan kêfxweş bûm.

Em demekê de ne ku stranêjên Kurdan êdî kurdî nizanin. Gava stranbêjên nû dibînim pêşî dinêrim bê ka Kurdî dizanin yan na? Ger jiyana wan ser kurdayetî nebe yekser ji muzîk û stranên wan sar dibim nema guhdarî dikim.

Bernameya wan li gel mehdî mutlu :



Kanala wan ya youtubê: Here lînkê



02.04.2021 18:47 ~18:52 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» stêrka geş
» karwan

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî