1. sazîyeka hunerê ye li rojavayê Kurdistanê. Di vê dema şerê dijwar de du berhemên li gora demê pêşkêş kirin. Herdu jî têra xwe xweş û serkeftî ne. |
|
16.10.2019 09:03 |
xendekî
|
2. saziya ku tê de kesên mîna mehmûd berazî û şêro hindê dihewîne ye. dibe ku tunebûn û zehmetiyek mezin li rojavayê hebe jî karên xwe ên serketî berdewam dikin. |
|
05.10.2023 14:11 ~17:29 |
kurê xelkê
|
3. berhema wan a dawiyê stranên kezîya sor - jin jiyan azadî ez hijmekar kirim, bi taybetî beşa genim û beşa vejînê. xebat û keda wan xweş be! |
|
06.03.2024 13:31 ~14:17 |
asîmanê sêwî
|
6. Straneke nû çêkirin e, navê wê êmo ye. di warê ahengê de gelek xweş e lê wate di gotinên stranê de hatiye qetil kirin. ji bo ku fam bikî divê herî li gotinên nivîskî yên stranê binêrî lê ev jî têra nake divê mejiyê xwe çirçirînî. |
|
14 roj berê 00:28 ~00:38 |
bayê xerbî
|
7. Êmo berhemeke hunergeha welat e |
|
14 roj berê 00:39 ~00:38 |
keloş
|
8. Gotinên stranên stranbêjên Rojavayî yên wek xêro abbas, abbas ehmed, ciwan haco pir baş fêm dikim. Lê ez stranên hunergeha welat pir fam nakim. klîbên wan xweş in. Her çend ew hinekî dişibihe klîbên hindî jî, stîla xwe heye. |
|
13 roj berê 19:47 |
cinorek
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |