Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qerisînera kûr - tirşik
qerisînera kûr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. beşek ji sarincê ye. her wiha cûreyek serbixwe ya sarincan e jî.
armanca wan qerisandina xwarin-vexwarinan e da ku piştî heftîyan, mehan heta belkî salan, werin xwarin-vexwarin.
gelek kes fêkî û sewzeyên havînê dixin van amûran û zivistanê kengî lazim be derdixin û dixwin.
ji bo vê yekê sedemên ekonomîk û tenduristîk * hene: dema demsal dibe zivistan, mirovên vî zemanî nabêjin ne wextê vê fêkiyê an jî sewzeyê ye û dixwazin her demsalê, bikarin heman xwarinan bixwin. fêkî û sewzeyên havînê dema zivistanê tên firotin hem bêtahm in hem bûha ne û hem jî ji ber ku tê de zêde derman/hormon û hwd. tê bikaranîn, ji bo tenduristîyê ne baş in.

ev amûr tiştên di hundir de, heta -18 dereceyê dicemidîne û eger devên wan zêde neyê vekirin-girtin, gelek hindik elektrîkê dişewitînin.



06.10.2019 21:04 | simurg56

2. Ew naqerisîne, dicemidine lo*
(bnr: cemidinera kûr)



07.10.2019 04:06 | cinorek

3. li Cizîrê ji bo penîrê sîrik bê hilanîn ev amûr tê bikaranîn. Cizîrî biharê penîrê xwe ji koçeran dikirin, sîrika xwe jî ji gundîyên Cizîrê dikirin û penîrê xwe yê sîrikî yê ji bo salekî çêdikin, vî penîrê dixine 10-15 meterê 5-10 kêlo û dikine vê sarincê ji bo xira nebe. (Berê dikirin bin erdê de, lê belê bin erdê de gelek caran an dikirin an xira dibû an av digirt. Ji ber wê xelkê berê xwe da van sarincan)



07.10.2019 15:06 ~15:15 | xendekî

4. cîya min nanê Tendûrê bigre hettaaa qeysîyan û goşt û pincaran û zehv tiştan tê da vedişêre.
amûreke baş e.



07.10.2019 22:31 | bûtîmar

5. Li malê ez jê ra dibêm cemedxane. Dêya min ji min fahm dike. Ku freezer û deep freezer bi nav hev bikevin, ez jê ra dibêm cemedxaneya xurt an jî cemedxaneya sipûsar

(bnr: pardon my kurdish!) ; )



08.10.2019 00:54 ~00:56 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qerisînera kûr
» kûrahî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin zimanpeyv xwarinvexwarin zimanpeyv xwarinvexwarin zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî