Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
susamam - tirşik
susamam
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev çend roj bûn, mijara rojevê bû. nêzikî 20 stranbêjên mûzîka rapê, bi serkêşîya şanişer straneke hevpar amade kirine ku dirêjahîya wê 15 deqe ye û tê de her stranbêjekî, di derbarê miajrekî civakî de rexneyan tîne ziman.
stran bixwe ne xerab e jixwe lê ya jê girîngtir ew e ku di pêvajoyekî wisa faşîzan de hatiye weşandin. ji ber vê yekê gelek kes matmayî bûn.
piştî ku stranê deng veda, yek ji stranbêjên stranê (bi navê miraç), di tweetekî xwe de gotiye ku bila hezkirên hdpê û fetoyê stranê parve nekin. piştî ku jê re bertek hatin nîşandan, peyva hdpê kir pkk û paşê jî tweeta xwe bi temamî jê bir. lê şanişer daxuyanîyek da û got em ne dijî tu fikrekî sîyasî ne fîlan.

di heman şevê de ezhel jî strana xwe ya bi navê olay weşand. strana wî jî bu temamî sîyasî bû. ji ber vê yekê gelek kesan wê şevê wek serhildana rapê ya li dijî dewletê bi nav kirin.




11.09.2019 19:25 | simurg56

2. Stranek e. Piştî ku min dît li medyaya sosyal gellek kes pesnê wê didin, min godar kir. Xwedêgiravî straneka mixalîf e, rexneya sîstemê ye, serhildêr e! Lê mixabin ji xwelîserîyê pê ve ne ti gû ye. Ka ji sîstemê re çi dibêje? Ti tişt! Encax dibêje qûnika cixarê neavêje behrê, aha ev qas e mixalefeta tirrkan))



12.09.2019 02:45 | oxir

3. ji şanişerî dipirsin bê ka çima stran ewqas dirêj e? dibêje nexwe derdên me zêde ne
stran 15 xulek e
komara tirkan 96 salî ye
asîmîlasyona kurdan 96 salî ye
şer û pevçûn 36 salî ye
kurdistan çar perçe ye
kiryarên nediyar 15 hezar e
serhejmera miriyan bi sed hezaran e

tevî ku derdê wan pirr in hama saniyeyek jî kurd û derdê kurdan têde tune ye lê derdê hewyanan hene..

ez her gav di vê rêyê de diherim: ji bo min pîvana fêmkirina başbûn, demokratbûn û beriya her tiştî însabûna tirkekî giRêdayî bersiva pirsekê ye; gelo derbarê kurdistanê de tu çi difikirî? tirkek ku heta fikra kurdistana azad qebul neke ji bo min ne însanek e ku ez hej jê bikim. pîvana dijberbûn jî li tirkiyê kurdistan e.



24.11.2019 22:41 | ferhenga şikestî

4. Strana ku yên dibêjin piştî belav bû ji tirsa dewletê giş mecbûr man bibêjin "Em li aliyê dewletê ne armanca me ne serhildanek bû ". Dijberiya wan jî mîna wan pûç e.



25.11.2019 00:54 | biaqila malê

5. Strana ku piştî wê "sustular" û hinan ji nav xwe diyar kirin ku bê çi gû ne.



25.11.2019 00:56 | gulêê

6. Eslê xwe hemû nijadperestin bi stranekî tiştek naye guhertin. Zibil zibilê nabe goşt.



25.11.2019 01:04 | kurêtirîdeus

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» susamam

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî