1. Esmerê Heta Kengî
Esmerê heta kengî
Li min û te bî direngî
Esmerê heta kengî
Li min û te bî direngî
Dil nadim te bihêlim
Tu li ber dilê min şeng î
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Dil nadim te bihêlim
Tu li ber dilê min şeng î
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Weku dibêjin tu sil î
Nexênîka li vî dilî
Weku dibêjin tu sil î
Nexênîka li vî dilî
Ka şemalkêt me yêt hil
Geşkit ronahiya dilî
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Geşkit ronahiya dilî
Ka şemalkêt me yêt hil
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Bîra xwe bîne yarê
Seyranêt par buharê
Bîra xwe bîne yarê
Seyranêt par buharê
Me divêt pêkve bizivrîn
Rînin biniya wê darê
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Me divêt pêkve bizivrîn
Rînin biniya wê darê
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Buhar e xemrevîn e
Keniya şîrîn şîrîn e
Buhar e xemrevîn e
Keniya şirîn şirîn e
Tu bi van desta delalê
Lewendiya dihejîne
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Tu bi kirasê soranî
Bejna dila dixemlîne
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
Esmerê heta kengî
Li min û te bî direngî
Esmerê heta kengî
Li min û te bî direngî
Dil nadim te bihêlim
Tu li ber dilê min şeng î
Bimrim bijîm cana min
Bimrim bijîm zerya min
Tu yî cana min
|