Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
the british museum - tirşik
the british museum
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. muzexaneyeka mezin e. li paytexta îngilîstanê yê. (bnr: londra)

bi lîsteya eserên xwe û bi pêşangehên xwe ve pir dewlemend e. ji misira kevnê, ji çînê, ji amerîkaya başûrî, ji Mezopotamyayê, Hema bibêja ji her çar alîyê cîhanê eser û berhemên dîrokî, hunerî, çandî berhev kirine. û dipeşînin, bo tourist û xelkên hemû cîhanê.



27.07.2019 14:50 | mirovekirind

2. muzeya ku beriya du salan lê bûm.
Lê divê mirov baş bizanibe ku gera wê muzeyê ne karê rojekî ye.
Dema tu dikevî hundir tu dikarî li gora dilê xwe beşa hilbijêre, ez çûbûm beşa Misir û Mesopotamiayê. Ez dikarim sund buxum ku hemu kevirên Kurdistanê li wir bûn, ez ecêb mabûm..
Hin derî hebûn bi şeref û telaq 4-5 metro hebû dirêjiya wan, û ew wilo ji van deran birine..
Lê ez dibêm baş kirine û birine, naxwe wê dibin destê Tirka û Ereban de qetek ji wan nedima..
Ma me nedît DAIŞ çi anî serê dîrokî û please (bnr: heskîf)



27.07.2019 16:15 | gulêê

3. Yek ji Muzeyên herî kevn a dinyayê ye. Sala 1759'an de hatiye damezrandin û ji 8 mîlyonan zêdetir eser di nav xwe de dihewîne. Û heta niha nêzîkî 350 mîlyon însanan wê muzeyê dîtiye û hêjî tê dîtin.

Balkêş e: Navbera salên 1970 û 1990 de ji bo mişkan li vê muzeyê Pisik hatine xwedîkirin. *)

Çavkanî: British museum Here lînkê

*Rastnivîs



27.07.2019 17:22 ~17:23 | xelîl

4. ez bi carekî çûm. bi 3 saet tê da mam. wextê'm zêde tunebû. jixwe mirov dibetile. lê dikarim bi deh carên din jî biçim dîtinê. ewqasî nuwaze bû.

di beşa mezopotamyayê da, min eserinan dît, ew eserên ku li alîyê axên kurdan yên îro dîtine û derxistine. Di vê beşê da min çend kevirên/tabletên bi nivîs jî dît. (bnr: cuneiform)

bi kurdî qey (bnr: nivîsa mixî) an jî (bnr: nîvîsa bizmarî) ye.

ne yek, ne dudo, pir bûn. îcar her yek bi alfabeyeka cuda hatibûn nivîsandin. teqez çend ji wan, min di dilê xwe da got, bi alfabeyeka kevnar ya kurdan e. Van tabletan bi çend hezar salan di bin erdê da mane. ew gişt ji dema berî zayînê bûn. dîsa jî nipînû xuya dibûn. pir xweşik bûn. maşela, min got.

wextê'm pir tunebû. ji ber vê yekê nizanim ka tabletên di vê muzexaneyê da, têkilîya wan bi kurdan hebû an na. bi gotineka din, gelo van nivîsên li ser tabletan, cuneiforma kurdan / medan bû an, na?

(bnr: median cuneiform)
(bnr: kurdish cuneiform)



27.07.2019 18:05 ~2019.09.14 23:22 | mirovekirind

5. cihekî hêjayî dîtinê ye bêguman. ji ber ku ji çar aliyên dinyayê berheman berhev kirine. gelek caran jî bi dizînê. ji tirkiyê ne tenê ji bajarên kurdan ji bajarên tirkan jî gellek zêde berheman dizîne û bine wir.
belê rast e, ger wan nedizîya belkî niha hatibûn tunekirin lê dîsa jî dizehî dizehî ye.
ger nemirim ez ê rojekê li her derê wê bigerim.



27.07.2019 19:19 | simurg56


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the way back
» british pathé
» museum of kurdistan

Kategoriyên mijarê:: huner cand dirok huner cand dirok huner cand dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî