Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; amed
peyamên çepikkirî

6735. Bajareke kurdistana bakur, weke paytexta kurdistanê tê dîtin û li kurdistana bakur bajarê herî mezin e



02.06.2013 05:48 | brusk56

13708. AMED!!

Dema ku min ji te hez dikir,

Tu kes,

Ji bilî min û te

Li jiyanê tune bû..

Wê çaxê,

Navê min Ehmedê dîn bû

Û navê te jî Ameda dilrevîn bû!

Piştî evîna me,

Welat û sînor û al û serok û ceng û mirin û êşên mezin çêbûn,

Lê tu mayî paytexta Kurdistan

Û ez jî dîn û şehîdê helbestan..

Ehmed Huseyni



06.06.2013 16:08 | azadixwaz

29717. yaw min kir û nekir ez neelimîm be amed. belkî ji ber va stranan be; diyarbekir mala min e, min navê xwe li bircên diyarbekir...



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

35573. her çi qas paytexta dilê min jî be, çendîn yekem cihê ku dengvedena dilê min ê sêwî jî be hezar mixabin ku Ev bajar her ku diçe dixirife êdî mariv ji ber ciwanên amedê yên bêxîret, lêçan, lewçe û bê'edeb naxwaze ku derkeve derve û bigere. Ez fêm nakim kêngî û çima devê wan ewqas qirêj û genî bûye? Min di tu bajaran de nedît ku ciwanên wan ewqas devqirêj bin. Tu dinêrî ku tu heb heval li ba hev dimeşin, bi dengekî bilind û gemarî dijmînê diya hevudu didin û dikenin, barebar dikeve li ser wan, tu dibêjî qey hemû kolanên amedê ji bo kêfa xwe rezerve kirine. Qet fedî jî nakin nabêjin eyb e jin, keç û zarok hene.. ger ku li kêleka te jin hebe ihtîmal heye ku tu bibî kujer jî! ev bajerê xweşik ji tahm derketiye mixabin...



08.06.2013 14:50 | simurg56

91660. Ev bajar beriya aniha gelek zêde dejenere bûbû, gelek zêde kirêt û gemarî bûbû lê tucar mîna van rojan ji eyar de neketibû. Dema dikevî dolmîşekê herkes li ma'neyekê digere ku pêvbiçe, ligel xanimekê dimeşî ji bo ku qeza û belayekî ji destê te dernekeve serê xwe dikî ber xwe, herkes amade ye ku hev û du biêşîne, dema polêsekî dibînin stûyê wan diçe xwarê, şeref û namûs dibe pênç qirûş. Axirî ji ber van xendekan jî di çavê xelkê de jî tu emareya welatparêzî û hessasiyet nemaye...

Di deh bîst metreyekê de carekî noqteya polêsan heye, êdî di nava xelkê de bi rehetî digerin.

Tiştê ku dewletê jî texmîn nedikir ku bi plan û projeyan ser keve bi saya pkkyê bi ser ket. Çepikên xurt...



08.06.2013 14:50 | simurg56

91955. Dema ku kurdek were amedê dikare di hemî firoşgehan de bi hemî esnafan re bi kurdî biaxife, biştexile, bide û bistîne..

Li amedê ji hemî deveran însan hene, geh sirgûn bûne geh ji bircîtî hatine.. ermen hene, zaza hene, kurmanc hene, ereb hene, tirk hene loma zimanê bazarê bûye tirkî.. tu eleqeya paytextî û ziman nîn e..



08.06.2013 14:50 | simurg56