Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
hozan û şayiren kurd - tirşik
hozan û şayiren kurd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xortên kurd hozanên welatê te ,

Evin, rabûne ji şax û latê te.

Li seyda guh, bidêrê, ez bêjim,

Çend dilopan ji xamê birêjim,

Her yeke seyda melayê Botî,

Di xoşxanêda evîndarî di totî,

Ji kurdara wî çêkirîye yek dîwan,

Di balexeta xweda wek quran,

Yekî di heye , rêberê kurde, Xanî,

Di xoşxanêda Firdewuse sanî.

Wî çêkirîye ji kurdara yek dîwan,

Lê temaşe kin kurdno sed aman,

Ma ne bese Nubar û Mem û Zîn,

Gazî dike bi zarê şîrin û qêrin,

Yekî di heye Feqê Teyran,

Li şolan herdem girtîye seyran,

Bi rastî murxê di benda evîn,

Bi kurdî dibê bi zarê şêrin.

Yekî di heye seydaye Sîyahpoş,

Di welatê meda çerxa gerdoş,

Seyfulnuluk çîroka vê merdî,

Li Misrêye, lê bi zarê kurdî.

Yek Mewlana Xelîlê Sîerdî,

Swarê hespê kêmweşê kurdî,

Niviştek bi navê nehecn leman,

Bi zarê kurdî, lê ji bo xas û am.

Yek mewlana Selîmê Hizne.

Kurdperwer û mezin û rêzane,

Wî di ber kurdada xwe da kuştin,

Çend xoşxan bi şûna xweva hiştin.

Yekî di dibêjne wî feqê Reşîd,

Di zarê kurdî fihris û egîd,

Niviştek wî heye bi navê Sermehşer,

Zarokên kurda.n dixwenin ezber,

Şeyx Eburehmane ew ji Axtep,

Hawîr lêdaye geh rast û geh çep,

Niviştek çêkir wî Rewduneim,

Çîrokên kevnare û gotinên qedîm.

Melaye Batî bi zarê durdî,

Mewludek nivîsandîye kurdî,

Swarekî çelenge ew serdar,

Şêrê laxer berdaye bê hefsar.

Pertewê jîr hozanê Hekkarî,

Xoşxanê wî wek dur û mirarî,

Yekane gewherin mane bê rumet.

Kurdno bese, xirete, rabin sed xiret.

Melayê Xasî mewluda zazî,

Bi zarê zazî çêkirîye, ne tazî,

Cengnama kurd û ermen nivîsî,

Wek agir berdî me di îsî.

Hozanekî jîr û zanaye Bêdarî,

Bi zarê kurdî tim dikî zarî,

Axawikê xoşxanê wî kevnar,

Ji Bêdarê gelek jar û bêdar.

Hozanekî hêjaye Brivkanî,

Di serê wîda xoşxanê kanî,

Murxê şahîne di baxê evîn,

Li xunçê gul girtîye kemîn.

Mîr -Miheye Hozanekî Miksi,

Li ser Sînem dibêje û dipirse,

Sotaye ew ji ber derdê evîn,

Digirî û dinalî li hawar û şîn.

Yekî di heye, seydayê Licî,

Xoşxanê xwe wî kirne du cî,

Pesin û dijûna dike ew wek min,

Dostê şêxan û ji wanra dijmin.

Yekî di heye, Yusifê Kenanî,

Di rastîda wek Yusifê sanî,

Şêrek çêkirîye li ser Semsiddin,

Feqeh ji ber dixûnîn wek yasîn.

Hozanê nemir - cegerxwin-



12.09.2013 23:16 | felat

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan beşir
» kurdê ku navê tan li kurê xwe kirî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî