Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cara yekem ku min dest bi nivîsa kurdî kir - tirşik
cara yekem ku min dest bi nivîsa kurdî kir
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. krîpto: ji bo tiştên veşartî ango tiştên ku rewşa wî ya ewlehî bilinde re tê gotin.Ji bo kesan , civakan ango tiştan mirov dikare bikarbîne.

Mînak1: ev civak , civakek bir krîpto ye.

MÎnak2:ev pergal , pergalek bi krîpto ye. ( ji bo tiştên ku bi şîfreyan va tên parastin )

Dema ku min dest bi nivîsandina zimanê kurdî kir , nivîsandin nebe jî hînbûn ez bêjim.Min ne dixwest ez zêde binvîsim , bi rastî tiştekî ku bibe sedem ez binvîsim jî tune bû.hebe jî ez gêj bûm min nedidît.

Sedemeke din jî dema ku min dinvîsî min digo qey kes min fehm nake û ez bi zimanek krîpto dinvîsim.Ji bo wî min ne dixwest ku ez binvîsim.

Behsa 10-12 sal ewilî dikim.

LÊ NİHA GELEK KES HENE KU Bİ ZİMANÊ KRÎPTO DİNVÎSİN: ))



31.03.2019 16:25 | brzn

2. Cara yekem ku min dest bi nivîsa kurdî kir, ez pir bextewar bûm ku dikarim bi zimanê xwe bikevim nav xeyal û aşopên bêserûber, dûr, bêna.



01.04.2019 12:00 | henûn

3. cara yekem ku min dest bi nivîsandina kurdî ku ez li lîseyê bûm. min tenê bi alfabeya Bozarslanî çend helbest û çîrokên gelêrî nivîsandibû. Yanê wê demê min tu pirtûk bi dest nexistibû. piştî deman li zanîngehê dema min dest bi nivîseka kurdî kir çavê min pê re kor bûn, mêjîyê min çeliqî û ez hefteyekê bo du rûpel nivîs binivîsim, sekinîm û min gelek hewl da. Min zimanê xwe ji bîr kiribû... Dawiyê de nivîsa ku qîmeta wê pêc qirûş nedikir bi rêya Mirad Bayram (xwedê jê razî be) hinkî pak bû. Piştî wê rojê nivîsandina bi kurdî kêfeke bêhempa dide min. Ez gelek hez dikim. A serborîya min jî werê ye.



01.04.2019 21:21 | serhednişîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cara yekem ku min dest bi nivîsa kurdî kir
» yekem car amadekirina alfabeya kurdî/şaşîyeke 74 salî
» min gotibû
» dest neçûyîn
» nivîsandina bi-bê
» kurdîya trt kurdiyê
» kirêkar

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî