Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
lo dublaj - tirşik
lo dublaj
(9) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî dublajên pêkenok çêdikin li ser hîn sehneyên fîlman. Gelek serkeftî ne. Helal bê ji wana re.

Li twitter û instagramê bi navê @lodublaj hesaba wan heye. Tomar bikin, biecibînin, parvebikin. Û bidin nasîn.

dublaja sehneya hîtlerê gelek serketî ye. Ji kena mirim.
Twitter;
Here lînkê

instagram,
Here lînkê



01.12.2018 05:03 ~05:10 | bilbilê dilkul

2. ev çend roj e bi taybetî li ser twitterê tofanê rakirine, herkes behsa dûblajên wan dikin. ji nav ekîba lodublaj yek jê selîm akgul, selîm lîstikvanek kurd e di gelek fîlm û rêzefîlman de lehistiye. bi rastî jî heqê dûblajê didinê, dest û ling û qirika wa terr be.



01.12.2018 13:03 | xendekî

3. hesabeke dûblajê ye bi taybetî li ser înstagram û twitterê gelek vîdeoyên komîk parve dikin. ji fîlm û vîdeoyên navdar hin beşan digrin û bi dûblaja kurdî dixemilînin. hin vîdeoyên wan gelek komîk in û hinek qet ne komîk in. lê dîsa jî kêfa mirov tînin *



09.12.2018 00:38 | roza

4. Komake hunermedên Kurd ku li gor slogana wan ya li ser Twitterê 'dixwazin ji fîlmên kevin çîrokên nû derbixin'. Ji fîlmên cûr bi cûr ji bo hin sehneyan bi Kurdî Kurmancî û Kurdî Zazakî deng didin. Her wiha ev kom leyîstika şanoyê ya bi navê 'BALANS' jî li ser hin dikên Stenbolê dileyizin. Di xebatên xwe de serkeftî tên xûyan û bi hêvîme ku serkeftina wan her berdewam be.

Ji bo şopandinê van lînkan bitikînin :

https://twitter.com/LoDublaj
https://www.instagram.com/lodublaj/
https://www.youtube.com/channel/UC4OOD=yAQc-6yvGrmCsIXdw



25.12.2018 16:32 | mikurhat

5. qenaleke youtubeê ye ku tê de dublajên komîk yên fîlmên navdar, tê çêkirin.
kesên ku dublajê dikin, xwedî dengên gelek xweş in û kirpandin û bilêvkirina wan jî gelekî xweş e. her wiha esprîyên wan jî.
van rojan li her derî navdar in.
Here lînkê



13.01.2019 23:49 ~23:49 | simurg56

6. Bavê min 24 seat temaşe dike, jibo wî jê aciz bûm :( Carna ji xwen şîyar dibim ji dengê Lo Dublaj



13.01.2019 23:56 | helik orimiyo

7. kanaleke pir resen û xweş e.
kêfa çk min zehv jê ra tê *

hesabê wana yê înstagramê jî heye :
Here lînkê

çend xebatên wan ên xweş:










14.01.2019 10:20 | bûtîmar

8. Bi saya serê Lo dublajê navbera nivşa me da mîzaha hevpar, hêstên hevpar çê dibin. Karê dikin gelekî girîng e, bes xwezila êdî hinekî li gundê xwe derkevin, yanê tu xwedê niha çakêtê mixtarê (bnr: kelê hamo) ji çeketê mixtarê Ernasê kêmtir e.



21.01.2019 22:41 | jifêzagorda

9. van rojan ketiye devê bavê min jî. ji sibeh heta êvarê vîdyoyên wan yên muxtaro û dolmîşa kercewsê guhdar dike û di nav rojê de replîkên wan dubare dike.
sibe dusibe nebe youtuber baş e.



25.01.2019 19:49 | simurg56

10. Van rojan di Twitterê de hinek wan rexne dikin. Çima tiştên erotîk çêdikin, di çanda me de tiştên wisa tune ye hwd. Ez her vîdeoyên wan temaşe dikim, min tiştên zêde erotîk nedît. ‪Tiştên dibêjin ku erotîk be, Kurd bi xwe jî erotîk in nexwe. Hûn bawer nakin li Ciwan Haco guhdar bin, li Huseynê Omerî, Şivan Perwer, Evdalê Zeynikê guhdar bin. Stranên gelêrî yên kurd, pirranîyên wan erotîk in. Rast be jî xelet be jî wisa ye.‬



31.01.2019 15:11 | apê mihyedîn

11. Koma ku dublajên kurdî dike ye. Ya rastî pir bi serkesftî ne. Keyfa min ji wan re tê. Ev e cend roj e li ser twitterê rexne li wan tê kirin. Ji ber ku ji komê Selim Akgul di rêzefilma Boluk de u Özlem Taş di Tek Türkiye de leystiye dibêjin mafê wan tune ku li ser zimanê kurdi bênasin u navdar bibin. Ez jî heq didim wan ên ku rexne dikin. Ji ber ku herdu listikvanan jî filmên ku heqaret u nifir li rumeta kurdan dikin de listine. Özlem Taş bi navê Zilan listiye u di filmê de jî sixur e. Mirov carekê xeleti kir ma nikare poşman bibe ? Elbet. Ji xwe ew kesên ku rexne dikin jî dibêjin bila ji gel lêborin bixwazin u bêjin me xeleti kiriye.



13.02.2019 00:42 | feqiyêteyran

12. Bi rastî jî qûna wan rabû.

Madem ku hûn karekî bi zimanê kurdî dikin divê hûn bizanibana li pêşberî we rexneyên bi vî zimanê werê kirin.

Rexne her hebin. Ger hûn ji bo zimanê kurdî xebat dikin, heke daxwaziyek we ev e di gel rexneyan karên xwe jixwe bidomînin. Heger ji bo populerîtiya xwe kar dikin bila baş bizanin ku populerîtiya ku dixwazin tu car nade ev gel ji we re.

Hîn nivîskar hene gava çapemeyên dijî kurd ji wan re di rojnameyên xwe de quncikek dide bêgotin û bêzar bi bihayeke erzan xwe teslîmî wan dikin. Heke ew çapemenî quncikek jî nadin wan neçar dimînin û bi bêarî berê xwe didin rojnanmeyên kurd. Rexne hatiye kirin nehatiye kirin ne xema wan e. Derdê wan cuda ye çunke.

Êdî dibe ku hîn lîstikvan jî hebin li rêzefîlm û kurtefîlm û fîlman ku kurdan kêm dixin bileyizin û piştî ku têklîfên fîlman ji wan re neyê berê xwe bidin karên zimanperweriyê kurdî û di gel vê jî bixwazin yekser bibin herûherê kurdan derkevin.

Eger derdê lo dublaj ev bê jî nebê jî jixwe derkevê holê. Ne lo dublaj ne jî tu kes bila bêhûde devjenîyan nekin bi hevdû.

Gelemşeyên kurdan ne yek in ne dido ne. Mijarên beredayî dernexin di serî de jî lo dublaj.



13.02.2019 02:28 ~02:28 | bilbilê dilkul

13. Ez îro hebekê li qanala wan tolimolî bûm. Pir xweş deng dikin lo. Keşka min jî bikaynibûya werg kurmancî biaxivama.
Ew devoka torî ye?
Ew yek ji wan dengê xwe pir li ciwan haco tere.
Ciwan jî torî ye?
Yek jî rastê kilomên wan jî hatim.
Bi stranên xwe jî serkeftî ne.
Delê mekin bila berdevam bikin.
Çi karek baş dikin.




13.02.2019 20:01 | cinorek

14. Vîdyoyên wan gelek baş û komîk in.dublaj û gotinên wan bi awayekî profesyonel hatine amadekirin.replîkeka wan heye ku ketiye zimanê min û min gelek caran bikaraniye.ev replîk e: (bnr: li qusurê nenêre min gotina te birrî)

(bnr: replîkên lo dublajê)



25.11.2019 15:45 | bayesar

15. kî çi bêje berra bêje bi rastî dublaja wan pirr serkeftî ye. hem gotin û dîmanên orîjînal hem jî dengdanê gelek xweş dikin. pirr baş li hev tînin. peydakirina pasajên fîlman û li gorî wê pasajê amadekirina dublajê û dawiya dawîn ahenga giştî... bi raya min hinekî zehmet e. ez dibêjim qey ji ber rêzefîlma mala minê ji zû de ye mîna berê çalak nîn in
min zêdetir ji dublaja hîtlerê ecibandibû ez texmîn dikim ku min sed car temaşe kiriye

û ez
li rex a rûnê tûrşiyê tirozîya de heta batmanê diçim çima çima çima çima*



25.11.2019 18:37 | ferhenga şikestî

16. dublaja wan gelek serkeftî ne lê bawer im ji ber rêzefîlmekî * parvekirinên wan qut bûn.



27.11.2019 20:18 | kurê xelkê

17. Dublajên wan pir serkeftîne lihevanîn û ahenga denga jî başe û komîk in jî lê hin caran behsa tiştên bêedep jî dikin ew jî dike ku mirov nikare li her derî nîk herkesî veke .



01.12.2019 00:13 | azad30

18. Bi her sê vîdeoyên wanî dawî ez ji kenna mirim.
Kerem kin, dramaya şairê gewre Xêredîn;




Tayma Twitterê;




Dramaya keçika japon;




08.04.2020 02:59 | f

19. Weke ji nav jî diyar e hesabekî dublajê ye di Instagramê da. Gelek caran dublajên komîk çêdikin lê carina jî têgehên Torî (weke navê gundan yan jî kesan) bikartînin ji ber wê ez meseleyê tam fahm nakim û bi dilê xwe nakenim.



08.04.2020 03:23 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» dublajên ahmet uzun

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo komikvidyo komikvidyo kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî