1. Bi kurdî dublajên pêkenok çêdikin li ser hîn sehneyên fîlman. Gelek serkeftî ne. Helal bê ji wana re. |
|
2018.12.01-05:03 ~05:10]|
bilbilê dilkul
![]() |
2. ev çend roj e bi taybetî li ser twitterê tofanê rakirine, herkes behsa dûblajên wan dikin. ji nav ekîba lodublaj yek jê selîm akgul, selîm lîstikvanek kurd e di gelek fîlm û rêzefîlman de lehistiye. bi rastî jî heqê dûblajê didinê, dest û ling û qirika wa terr be. |
|
2018.12.01-13:03 |
xendekî
![]() |
3. hesabeke dûblajê ye bi taybetî li ser înstagram û twitterê gelek vîdeoyên komîk parve dikin. ji fîlm û vîdeoyên navdar hin beşan digrin û bi dûblaja kurdî dixemilînin. hin vîdeoyên wan gelek komîk in û hinek qet ne komîk in. lê dîsa jî kêfa mirov tînin * |
|
2018.12.09-00:38 |
roza
![]() |
4. Komake hunermedên Kurd ku li gor slogana wan ya li ser Twitterê 'dixwazin ji fîlmên kevin çîrokên nû derbixin'. Ji fîlmên cûr bi cûr ji bo hin sehneyan bi Kurdî Kurmancî û Kurdî Zazakî deng didin. Her wiha ev kom leyîstika şanoyê ya bi navê 'BALANS' jî li ser hin dikên Stenbolê dileyizin. Di xebatên xwe de serkeftî tên xûyan û bi hêvîme ku serkeftina wan her berdewam be. |
|
2018.12.25-16:32 |
mikurhat
![]() |
5. qenaleke youtubeê ye ku tê de dublajên komîk yên fîlmên navdar, tê çêkirin. |
|
2019.01.13-23:49 ~23:49]|
simurg56
![]() |
6. Bavê min 24 seat temaşe dike, jibo wî jê aciz bûm :( Carna ji xwen şîyar dibim ji dengê Lo Dublaj |
|
2019.01.13-23:56 |
helik orimiyo
![]() |
7. kanaleke pir resen û xweş e. vîdyoyê veke vîdyoyê veke |
|
2019.01.14-10:20 |
bûtîmar
![]() |
8. Bi saya serê Lo dublajê navbera nivşa me da mîzaha hevpar, hêstên hevpar çê dibin. Karê dikin gelekî girîng e, bes xwezila êdî hinekî li gundê xwe derkevin, yanê tu xwedê niha çakêtê mixtarê (bnr: kelê hamo) ji çeketê mixtarê Ernasê kêmtir e. |
|
2019.01.21-22:41 |
jifêzagorda
![]() |
9. van rojan ketiye devê bavê min jî. ji sibeh heta êvarê vîdyoyên wan yên muxtaro û dolmîşa kercewsê guhdar dike û di nav rojê de replîkên wan dubare dike. |
|
2019.01.25-19:49 |
simurg56
![]() |
10. Van rojan di Twitterê de hinek wan rexne dikin. Çima tiştên erotîk çêdikin, di çanda me de tiştên wisa tune ye hwd. Ez her vîdeoyên wan temaşe dikim, min tiştên zêde erotîk nedît. Tiştên dibêjin ku erotîk be, Kurd bi xwe jî erotîk in nexwe. Hûn bawer nakin li Ciwan Haco guhdar bin, li Huseynê Omerî, Şivan Perwer, Evdalê Zeynikê guhdar bin. Stranên gelêrî yên kurd, pirranîyên wan erotîk in. Rast be jî xelet be jî wisa ye. |
|
2019.01.31-15:11 |
apê mihyedîn
![]() |
11. Koma ku dublajên kurdî dike ye. Ya rastî pir bi serkesftî ne. Keyfa min ji wan re tê. Ev e cend roj e li ser twitterê rexne li wan tê kirin. Ji ber ku ji komê Selim Akgul di rêzefilma Boluk de u Özlem Taş di Tek Türkiye de leystiye dibêjin mafê wan tune ku li ser zimanê kurdi bênasin u navdar bibin. Ez jî heq didim wan ên ku rexne dikin. Ji ber ku herdu listikvanan jî filmên ku heqaret u nifir li rumeta kurdan dikin de listine. Özlem Taş bi navê Zilan listiye u di filmê de jî sixur e. Mirov carekê xeleti kir ma nikare poşman bibe ? Elbet. Ji xwe ew kesên ku rexne dikin jî dibêjin bila ji gel lêborin bixwazin u bêjin me xeleti kiriye. |
|
2019.02.13-00:42 |
feqiyêteyran
![]() |
12. Bi rastî jî qûna wan rabû. |
|
2019.02.13-02:28 ~02:28]|
bilbilê dilkul
![]() |
13. Ez îro hebekê li qanala wan tolimolî bûm. Pir xweş deng dikin lo. Keşka min jî bikaynibûya werg kurmancî biaxivama. |
|
2019.02.13-20:01 |
cinorek
![]() |
14. Vîdyoyên wan gelek baş û komîk in.dublaj û gotinên wan bi awayekî profesyonel hatine amadekirin.replîkeka wan heye ku ketiye zimanê min û min gelek caran bikaraniye.ev replîk e: (bnr: li qusurê nenêre min gotina te birrî) |
|
2019.11.25-15:45 |
bayesar
![]() |
15. kî çi bêje berra bêje bi rastî dublaja wan pirr serkeftî ye. hem gotin û dîmanên orîjînal hem jî dengdanê gelek xweş dikin. pirr baş li hev tînin. peydakirina pasajên fîlman û li gorî wê pasajê amadekirina dublajê û dawiya dawîn ahenga giştî... bi raya min hinekî zehmet e. ez dibêjim qey ji ber rêzefîlma mala minê ji zû de ye mîna berê çalak nîn in |
|
2019.11.25-18:37 |
ferhenga şikestî
![]() |
16. dublaja wan gelek serkeftî ne lê bawer im ji ber rêzefîlmekî * parvekirinên wan qut bûn. |
|
2019.11.27-20:18 |
kurê xelkê
![]() |
17. Dublajên wan pir serkeftîne lihevanîn û ahenga denga jî başe û komîk in jî lê hin caran behsa tiştên bêedep jî dikin ew jî dike ku mirov nikare li her derî nîk herkesî veke . |
|
2019.12.01-00:13 |
azad30
![]() |
18. Bi her sê vîdeoyên wanî dawî ez ji kenna mirim. Tayma Twitterê; vîdyoyê veke Dramaya keçika japon; vîdyoyê veke |
|
2020.04.08-02:59 |
f
![]() |
19. Weke ji nav jî diyar e hesabekî dublajê ye di Instagramê da. Gelek caran dublajên komîk çêdikin lê carina jî têgehên Torî (weke navê gundan yan jî kesan) bikartînin ji ber wê ez meseleyê tam fahm nakim û bi dilê xwe nakenim. |
|
2020.04.08-03:23 |
xabûrî
![]() |
![]() |
jorge luis borges [1] |
![]() |
tirkî [1] |
![]() |
harûn elkî [1] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
xwe guhertin [1] |