Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
76 salan li benda diya xwe man - tirşik
76 salan li benda diya xwe man
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hezkirinek, hêviyek, sebrek mezin dixwaze û ev yek ji aliyê cercis kaptan ve hatiye kirin.

berî 76 salan li mêrdînê diya wî, Cercis Kaptan daniye perestgeha Deyrul Zafaran ya suryaniyan û jê re gotiye "li vir bimîne li benda min, ez ê werim te bibim" ji wê rojê heta îro yanî 76 in ku ev zarokê ku niha bûye kalepîrek li benda diya xwe maye. diya wî ji ber sedemên aborî neçar maye ku bi du keçên xwe ve here surî û cercîs jî li vir hiştiye.

li perestgehê baxçevaniyê kiriye û dev ji vir bernedaye. herkes bi navê bahe gazî lê dike.

niha çîroka wî, derhêner Haydar Demirtaş yê mêrdînî kiriye dokumanterek wê di Antalya Altın Portakal Film Festivali'yê de wê were nîşandan.

derhêner ketiye pey şopa diya wî û dawiyê de xwişkek wî li sûrî dîtiye. lê derbarê diya wî de agahî nehatiye dayîn. lê ger mirov hesab bike cercîs bixwe niha 87 salî ye, îhtîmale saxbûna diya wî mixabin gelekî kêm e.

http://www.radikal.com.tr/fotogaleri/hayat/76_yildir_annesini_bekliyor-1150255



11.09.2013 10:33 | simurg56

2. hévi yek gelek piroz gelek mezine...



11.09.2013 10:37 | tirşikareş

3. gotin û biwêjek li cem me heye ji bo rewşên bi vî rengî dilzîz û diltezîn.. dibêjin dil û hinavê mirov bi ser de tên xwarê.. duh dema min ev nÛçe di radîkalê de xwend bi qasê seetekî min nekarî ez ji bin tesîra vê qiseta trajediyê derkevim wek biwêj dibêje dil û hinavê min bi ser xalê cercîs de hate xwar kezeba min peritî.. ew çi dayîk e ku dilê wê dihêle kurê xwe bicih bihêle û derbasî binxetê bibe.. aqilê min jê nagire û bi serê min nakeve.. mirov dikare di ber xwe de bêje qey nekariye debara xwe bike lê di nûçeyê de dibêje dayika wî bi du xuşkên wÎ re derbasî binxetê bûye.. yanî ya ku du keçik bi xwe re birrîn nekariye kurikekî bi xwe re bibe qey.. û ser de jî kurikek dikare eger bişixule dikare debara deh malan bike.. diya min ev nÛçe bihîstibÛye bêguman wê xwe aciz kiribûya Û gotibûya wê piştîşikestiya dya wî çawa kariye.. filan..



11.09.2013 12:36 | endazer

4. MIjara ku jI alIyê derhênerê cIwan ê kurd haydar demîrtaş buye kurtefîlmek.



21.10.2014 23:56 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bendava ataturk
» diyabaz
» xwendinên şaş
» manga sor û qiriko

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî