Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
siwaro - tirşik
siwaro
(2) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. straneka kurdî ye.. cara pêşîn min ji dengê stranbêjê efsanewî hisênê omerî guhdarî kiriye lê dibe ku stranek gelêrî be jî.. ji xudan û çavkaniya stranê ne piştrast im..

''siwaro heyran qurban min go ez ê ne li vir im lo ne li wê me.. min go ez ê parçek ewrê reşê lo ser behrê me.. de here siwaro lo xerîb ez im..''



11.09.2013 00:54 | endazer

2. navê straneka stranbêjê kurd xelîl xemgîn e jî.. 'siwaro siwaro.. siwaro min go îro bi mij e.. gebarê û botanê jê re dibêjin bi mij e..siwaro tu siwarê rojhilatê û şerqê..'





11.09.2013 12:53 | endazer

3.



19.03.2015 18:26 | remlavêj

4. Strana xelîl xemgîn e ku qala destana dewrêşê evdî dike. Straneke gelek gelek xweş e.



Gotinên stranê:



Siwaro êy

Siwaro îro bi mij e

Banê kelê jê re dibêjine bimij e

Gebarê, Botanê jê re dibêjine bi mij e

De bejna Bavê Nadirê

Siwarê min hibê dilê min rebena Xwedê

Vê sibê li serê çiyayê Kurd û Kurdistanê kij e kij e ay ax

Siwaro êy

Hawar e ji te re nemînim lo lo ax

Siwaro tu siwarê Rojhilatê siwarê Şerqê

Şirnexê dirana heya Amedê

Ji serê rêyano derdora

Li berê berbanga şefeqa sibê way

De mîna hêlkana firqeta bayê serê sibê

Li Cizîra Botan hênîk hênik diherike te û tê

De bila bigihê li Bakur û li Başur

Mizgîn dîkê mizgîna biharê felatê ay ax

Siwar êy

Dilê min bi te re nemînim lo lo



Siwaro rabe sibe ye sibe dereng e êy

Tîrêjên rojê şewqa xwe daye birca, baniya

Tev bajar û gundan dixwemlîne ay ax

Qebiqeba kewa gozel vê sibê dixwînê li ser hêlînê

Fîgana çikeçike dengê bilbil û şalûran awaz e

Xweş deng e ay ay

De rabe xwe bi çekan rext û rim û mizdanê xwe girêde

Bes e ji vê xewa bidîlî û bêdeng e siwaro

Ev roja tolhildan û yekheva mezin e

Ev roja serhildan û ceng e ay siwaro lo ax

Siwaro êy

De rabe siwarê min hibê dilê min

Rebena Xwêdê lo lo

Ax lawo



Nîşe: min ji malpera siirttenote.com stend û kontrol nekir. Dibe ku hinek şaşî hebin..



01.08.2015 20:49 ~21:02 | mergehez

5. NAVÊ STRANBÊJEKÎ KURDE KU LI KÛÇE Û KOLANÊN STENBOLÊ STRANÊN GELÊRÎ Û HWD. DIBÊJÊ




15.03.2021 09:56 | merwano

6. saziya pargînbi xebatek pir heja destpêkir.
bi navê siwaro klÎbek çêkirine. musÎk jî xweş e lÎbas û klÎp jÎ her wisa serkeftÎ bÛne:




16.05.2021 21:19 | cinorek

7. Strana xelîl xemgînî ku min bi çîrokek ecêb nasî. Qezayek bi serê bavê hevalê me de qewimiye. Dema me sedama wê pirsî got "di erebê de ev strana lêdaye. Bavê min xwe winda kiriye, ji ser hişê xwe çûye. Jê şûn de çi bûye qe tiştek nayê bîra wî!"





26.08.2021 12:33 | rizgarm

8. Strana ku ger xelîl xemgîn min do dîtiba, kelamên vê stranê ê avêtiba li ser min.
Belê, tirşika delal do dûv ku ji kar derketim ji basa xwe mam, wek bêxwedîya li kolanan mam, seet heftê êvarî ji kar derketim deh û nîva min gava xwe avêt malê....



27.08.2021 07:29 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» siwaro (stranbêj)

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî