Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ciwanmerd kulek
peyamên çepikkirî

11938. romanek nivîsandiye bi navê wesayîteke hatûçûyê ku min hêj nedîtiye kesek bi xweshî behsê lê bike.. ne mekan e ne serleheng e ne çîrok e.. lê, bi selîqeya min a bêde'ye, nebûna van hemûyan bi hev re roman kiriye qonaxek di edebiyatoka kurdî de..



06.06.2013 14:55 | endazer

51069. ciwan e, merd e lê ne kulek e, kêfek e.. hêviya siberoja edebiyata kurdî ye..

vê taliyê jî bi navê (bnr: defterê perridankan) romaneke nû nivîsandiye û ji weşanxaneya avestayê derçûye bila bi xêr be ji niha ve naverok û tehma romana wî meraq dikim ez ê di peşangaha tûyabê de bikirim..

nivîskar û wergêrê ku romana orhan pamuk a beyaz kale bi navê (bnr: keleha spî) wergerandiye bo kurmancî..

ez gelek diheyirim û bi heyranî xebatên wî temaşe dikim, bi xebatên xwe û bi jîrîtî û jêhatiya xwe min dide şermê û ji teraliya xwe fedî dikim ji sê zimanan wergerê dike û bi kurmancî jî romanan dinivîse heya niha çar roman nivîsiye û ez ne şaş bim heft heb pirtûkên ji zimanên biyanî wergerandiya û kiriye diyariya zimanê welatê me.. emrê wî jî hê çend û şeş e..(di sala 1984'an de ji dayik bûye (bnr: zarokên xelkê)



08.06.2013 14:50 | simurg56

91161. min dest pê wergera wî ya çîrokên dubliniyan kir; beriya wê jî min ji destê wî wergera serenacama mirinekê xwendibû. û encam:



ev xort daçeka "di... de" nizane bikarbîne! hema her tim şaş e. erê kurmanciya min ne baş e û di serî de min jî çewt bi kar dianî lê belê tu pîşeya wergerî li xwe kiriye, ma ecêb , yekî jî nedîtîye ku rabe bibêje keko hevokekê wilo di kurdî de tu carî nayê ava kirin:



(...)gelê îrlandê "di mirêka wî ya xweşik hatî biriqandin de baş li xwe binêre."



wekî mînak divêt wiha bibûya:

---di mirêka wî de ya ku xweşik hatî biriqandin---



lêker nikare têkeve nav daçeka "di ... de"/ "ji ... re"/hwd.



çewtiyên wilo dilê min ji pirtûkê sar kir. ya baş ev bû ku min pêşgotina wî hez kiribû, çi xweş qala fikarên balkêş kiribû. ku ew jî nîqaşkirina nivîsandina kurdiyê bû, meriv digihişt vê encamê, gelo kurd bi rastî jî mecbûr in, di van şertan de kurdî binivîsînin. (digot, zimanê me paşmayî ye ji ber sedemên siyasî û kurd jî bi zimanê fermî yên wî dewletî perwerde dibe bla bla bla.)



ew zimanê wan a dayikê asta zanebûna wî kurdê ku (bi mecbûrî) bi tirkî/hwd xwe peş xistiye, têrî vegotinê nake.



li ser vê, dixwaze viya bibêje: gelo wê çaxê james joyce roman û çîrokên xwe ne bi îngilîzî lê bi zimanê îrlandî biberhemanda, car din wekî mînak çîrokên dubliniyan dê baş bibûya? (j.j. di nameyên xwe de qala gelê xwe dike û xuya ye neteweya xwe hez dike, lo gorî gotina c. kulekî.)



06.06.2013 16:08 | endazer

132764. min dawiya dawî qinyat lê anî ku wergêrîya camêr baş e.
ji ber ku kurdiya me qels e (ji qelsbûn qesta min ne bi tenê zanebûn an nezanebûna peyvan e, hevoksazî ye. mantiqa lihevanîna hevokan û têgihîştina wan hevokan e ) em nikarin ji wergerên wî fêm bikin.
pirtûka beyaz kale ya orhan pamuk wergerandibû kurdî (bnr: keleha spî) , bi qasî du meh berê min vê pirtûkê bi tirkî xwend û dûre min wergera ciwanmerdî girt destê xwe û min destê xwe lê peland, min dan ber hevûdu. camêr bi rastî ji heqê xwe hatiye. hevokên girîft û kompleks bêî ku senteksa kurmancî bifelişîne, xweş li hev anîye. pîroz dikim.



08.06.2013 14:50 | simurg56