1. bi navê xwe yê din yunus eroğlu ye.. wergêrr û nivîskarek kurd e.. di 26ê Adara 1984an de li bismilê ya navçeya amedê xwudê daye.. lîse li erxeniyê xwendiye û ez ne şaş bim di zanîgeha odtu (bnr: zanînegeha rojhilata navîn ya teknîkÎ) yê de beşa felsefeyê xwendiye û jê mezûn bûye.. heta niha sê pirtûk nivîsandine û şeş pirtûk jî ji zimanên biyanî yên wekê îngîlîzî û spanî û tirkî wergerandine kurdî û kurmancî.. |
|
10.09.2013 22:59 |
endazer
![]() |
2. dema min hin wergerên wî xwendin ez bûm heyranê kurdîya wî, ji ber hin peyvên ku min digot qey windabûne min di wir de dît. peyvên ku zû de min nebihistibû.. gelek kes pesnê pirtûka wî ya "zarokên ber çêm" dike... |
|
07.10.2013 20:20 |
arami
![]() |
3. romanek nivîsandiye bi navê wesayîteke hatûçûyê ku min hêj nedîtiye kesek bi xweshî behsê lê bike.. ne mekan e ne serleheng e ne çîrok e.. lê, bi selîqeya min a bêde'ye, nebûna van hemûyan bi hev re roman kiriye qonaxek di edebiyatoka kurdî de.. |
|
07.10.2013 21:50 |
gordereş
![]() |
4. Ciwanmerd kulek, serpisporê romana kurdî ye; gelek romanên kurdî hene ku nahêjin rûpeleke romana wî ya bi navê "zarokên ber çêm", hosteyê peyvên pexşanê ye û tişta ecêb ew e ku ciwanmerd kulek nivîskareke pirr ciwan e. Yên ku tenê xwe wek romannûsê kurdî dibînin gelek ji ciwanmerd kulek ditirsin, ji ber vê ye gelek kes behsa wî û romannûsiya wî nakin. |
|
11.10.2013 15:55 |
zero
![]() |
5. nameyek ji xwedê re...rp.136... |
|
19.10.2013 14:52 |
arami
![]() |
6. di (bnr: zanîngeha rojhilata navÎn ya teknÎkÎ) DE NE BEŞA FELSEFÊ BEŞA ZIMANÊ ÎNGILÎZÎ XWENDIYE. |
|
27.01.2014 14:47 |
mîrêhekarya
![]() |
7. kes jê tishtekî fam nake, gelo ew tishtekî ji nivîsa fam dike yan na? ji xwe re kurdiyeke elewat chê kiriye û pê dinivîse. xwedê li me bê rehmê! bi tirkî pesnê xwe daye di radîkala îro dehttp://kitap.radikal.com.tr/makale/haber/kurtce-edebiyatta-ciwanmerd-kulek-vakti-397831 |
|
24.05.2014 11:58 |
rojgar
![]() |
8. xwediyê nivîsa ku li peyama ser vê re de tê behskirin ne ciwanmerd kulek lê şener özmen e.. min heta niha tu pirtûkeka wî nexwendiye, ji ber ku ev du sê sal in pirtûkan naxwînim, lê xwudê hez ke min dil heye ez hersê romanên wî jî bikirim û bixwÎnim.. kî zane ka ez binêrim eger pirtûkên wî berketî bin û ew jî qebûl bike, belkî xwe li ber wergerandina tirkî an îngîlîzî ya romaneka wî re bikim.. |
|
24.05.2014 20:40 |
endazer
![]() |
9. Pirtûkên Wergerandî; |
|
08.09.2014 13:23 |
xwelî li ser
![]() |
10. ciwan e, merd e lê ne kulek e, kêfek e.. hêviya siberoja edebiyata kurdî ye.. |
|
05.11.2014 19:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
11. Romannûs û wergêrê hêja. Bi Romana xwe ya dawî (bnr: defterên perrîdankan) re ev bû xwediyê çar romanan. Her wiha wî ji ingilizi, spanyolî û tirkî; joyce, rulfo, cortzee, marquez, faulkner û orhan pamuk wergerandiye kurdî. Ji 2014 an û bi vir ve li stenbolê dijî. |
|
12.02.2015 20:29 |
seydayê_peyvan
![]() |
12. nivîskarê ku êdî ji xwe re hesabekî twitter Here lînkê û instagramê Here lînkê vekiriye: |
|
18.03.2015 23:47 ~23:47 |
seydayê_peyvan
![]() |
13. nivîskarê ku kêliyeke berê li kadikoyê lîqayî wî hatim, ji xwe'r digeriya |
|
27.03.2015 17:48 |
ferhenga şikestî
![]() |
14. camêr berî her tiştî ciwan e. di vê ciwaniya xwe de kê me dikare karên ew qas xweş bike. wergerên wî zimanê wî pê de pê de xurt dike. kesên ku fehm nakin bila herin serê xwe kevirê belek bidin. divê em ji bîr nekin kurmanciya xas ne ev kurmanciya leqleqo ye ku em pê diqilqilin. li der û deverên nepenî hin gotin û qalibên wisa hene ku dema ku meriv dibihîze mirov zendegirtî dimîne. îcar mêrik gotinên gelêrî berhev dike, di romanên xwe de bi kar tîne bi ser de jî hin kurdên me derdikevin mêrik serhevde dikin. rêya wî akerde be. |
|
27.03.2015 18:49 ~18:51 |
serhednişîn
![]() |
15. Di gel ewqa pesnên (li jor) ji bo nivîskariya wî Camêro bilûrvanekî baş e jî, ji vir guhdar bikin: |
|
27.03.2015 19:06 |
xendekî
![]() |
16. nivîskarê min fahm nekiriye çima pirtûka wî ya otobês ê wek "roman" tê nîşandan e. |
|
30.04.2015 01:10 |
berxweda
![]() |
![]() |
forqê [2] |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |