Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qesra balindeyên xemgîn - tirşik
qesra balindeyên xemgîn | 2009
Nivîskar: Bextiyar Elî | kurmancî | roman | 416 rûpel

Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike. Mensûr E...
qesra balindeyên xemgîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sed heyf ku ez heta rûpelê 200 û tiştekî hatim û min di otobosê de ji bîr kir ev pirtûk. Meraqa min heye ka gelo niha karekterê min jê herî zêde hez kirî Kameranê Selma çi kir bi ku de çû. Ya rast parêzvanê Kameran, Mengurê Babagewre ku ne ji ber tolazî û kêrkêşiya Kameran lê belê ji ber wê cûreyê mêraniya bi wî re dîtî jê hez dike çi dike. Romaneke pirr xweş e di demek nêz de ezê peyda bikim lanet li wê otobosê be nizanim kî yê çi bi pirtûkeke bi Kurdî bike li vê Elmanyayê, ji kîsî min çû werhasil



11.08.2017 02:11 | hejîro

2. Dema ku min pirtûkê qedand, serê min de fikrek peyda bû: Bextiyar Elî ji Ehmedê Xanî pir sûd wergirtiye û rind jî kiriye. Mînaka herî berbiçav Memê Alan a Xanî û Mensûr Esrîn a Elî. Di wan her duyan de jî guhertineke ruhî çêdibe, evîna wan ji ya mirovî ber bi xwedayî ve vediguhere.



23.08.2017 16:32 ~16:33 | tizbîkêş

3. pirtûka Bextiyar Elî ye ku van rojan li xeribiyê, li Moskovayê dixwînim.
Tehma xwendina pirtûkên Kurdî li xeribiya gelekî xweş e. Ti derd û kulê mirov namînin.
Destpêka pirtûkê gelekî xweş bû yanî min kişand nava xwe, lê belê ji dersan mixabin nikarim wilo bi rastî jî bikevim nava pirtûkê. Her tim spartek û tiştên ku divÊ BÊN KİRİN TÊN BÎRA MİN.



20.09.2018 18:33 | gulêê

4. Pirtûka ku piştî xelas kirinê min dîsa dest pê kiriye, têr nebûm... Jixwe nameya Mensûr...
Mensûra xwesteka min gerîna dinyayê dîsa xist bîra min, xiste serê min ku ez nikarim li cihekî ji bo demeke dirêj bimînim. Lê xwezî yek jî wek Sewsenê derkeve û ji min re bêje here gulêê, here û nevegere...



10.11.2018 21:33 | gulêê

5. min hê nexwendiye. demek e dirêj e dibêm ez ê bixwînim lê keysê lê naynim bi tu awayî.



11.11.2018 00:36 | hêvî

6. Pirtûka ku bi kurtasî analîza kurdistan û rojhilata navîn dike ye. 2 sedem dide ber xwedevanan ji bo paşvemayîna kurdan re.


Yek nexwendin e. Li vir pirtûkxaneya sewsen fîkret evê sembolîze dike. Ya duyemîn jî dinyanedîtin û ji herem û welatê xwe wêdetir tu welat, çand û xelk nasnekirin e. Sewsen wê dibîne û dibêje eger ev miletê me welatên din bizanîna û naskirina wê wan dev ji wan nakokiyên beredayî yên navxwe de berdana.


Di novelê de pir sembol hene û divê pirtûk yek caran zêdetir were xwendin.



11.11.2018 09:31 | xelîl

7. Pirtûka ku qulipandine ser şanoyê û lîstikek jê derxistine. (bnr: huseyin umaysız), (bnr: alan ciwan), (bnr: mesut arslan).

min pirtûkê nexwendiye. Bêyî xwendinê, ez, û hevalekî min ê xwedî kurmanciyekî qels em çûn, me lîstikê temaşe kir. Gelek kêfa’m jê re hat. Muzîk, materyal û alawên li sehne bikar anîne pir serkeftî û Aliyê teknîkî ve ewropayî bû. alan ciwan û xezal redkanî dilîstin. Alan, ez pê hesiyam pênc sal e li berlînê dijî. Wek komeke gerok a şanoyê hatine bakur û li wan, batman, îzmîr, enqere û stenbolê dilîzin. Niza’m amed jî tê de ye an na.

gupgupa dilê lîstikvana bedew (yanî sewsen) ji pişt pêsîrên wê ên gewr firya, ket salonê, ji wir hat, ket sînga me, xwe gihand dilan (ne mecazî), û çend hêsiran ji çavan anî xwarê, mîna balindeyên di bin tiliyên sewsenê de.



04.11.2022 12:09 | mirovekirind

8. Yek ji favoriyên min e,
Dil dixwaze dîsa bixwîne.



04.11.2022 15:51 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qesra balinde yên xemgîn
» balindeyên li ber bê
» xemgîn û dil peşew im

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî