1. komeke muzîkê ya navdar e. Sala 1970an de albûma xwe ye yekemîn derxistine. Wekî avakerên heavy metalê tên qebulkirin. Bi taybetî gotinên stranên wan gelekî poetik in. |
|
11.09.2018 01:05 |
jifêzagorda
|
2. di nav komên heavy metal ya ku herî xweş bass gîtar bikartênê ev e li gor min. bi taybetî bass gîtar hinek li paş dimênê mirov dengê wî nake. lê ev camêr xweş ewk dikin. û dengê ozzy osbourne dengeke şeytanî ye tam derba heavy metal e . gîtar tony iommi, bass gîtar geezer butler, baterî bill ward. Paranoid vîdyoyê veke Electric Funeral vîdyoyê veke Supernaut vîdyoyê veke Rat Salad vîdyoyê veke warning vîdyoyê veke Into the void vîdyoyê veke |
|
01.12.2018 14:20 |
xwelî li ser
|
3. Koma ku endamên wî gelek cara guherî ye. Tenê Tony iommi ji cihê xwe nelebitiye. Solîstê wan ozzy osbourne gotiye ez ê solo albûm filan çêkim derketye. Ji dêlva wî solîstê rainbow ê ronnie james dio tê. Dengê wî jî ezamet e. Û sembola metalê jî (tiliyê xwe wek qiloçên şeytan çêdikin ya ha ew) ev camêr dîtiye. Nêse pişt re ew jî şer dike û ji komê derdikeve. Solîstê deep purple ê Ian Gillan tê albûmek çêdike filan. Albûma born again... Û bateristê wan jî çûye hatiye filan û bêvan.. Dengê gîtara tony iommi cuda ye. Çima? Ji ber ku li destê rastê du tiliyên tony ji serî ve tune ne. Wextê ku ciwan bû di fabriqeyeki de dixebitî. Li wir tiliyên wî qut bûne. Lê camêr dîsa jî dev ji gîtara xwe bernedaye. Têlên gitarê hişk û qalind in nikarîye lêxe. Çûye têlên banjo lê daye û wilo Lê dixe. Pîştî ku navdar bûn filan gibson jê re têlên zirav û tenik çêkirine. Dengê gîtara black sabbath a taybet jî wilo derketiye holê. Û ev bûye modelek di nav gîtara de. |
|
12.08.2021 21:07 ~21:09 |
xwelî li ser
|
4. koma ku weke janraya heavy metal daye destpêkirin tê zanîn. lê belê sam dunn di belgefîlma metal: a headbanger's journey de lêkolînek baş dike û dibîne berî black sabbath komekî nêzî sounda heavy metal muzîk çêkirine. |
|
12.08.2021 21:42 |
hueyn
|
5. koma ku gelek kêfa min pê tê ye. bi taybetî jî stranên wan ên paranoid, n.i.b. û iron manê hez dikim. hetanî ku bi gîtara xwe ji wan dilîzîm. (bnr: tab) |
|
05.12.2022 22:21 ~22:24 |
ciwanzêr
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |