Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê - tirşik
taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê
(24) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. - pirraniya wan bi tirkî dest bi nivîsandinê kirine û paşê zimanê xwe li yê diya xwe qulibandin e..

- pirraniya wan di mektebên tirk de mamostetiyê dikin..

- pirraniya wan nikarin ji nivîskariyê nan bixwin û dîsa pirraniya wan ji bo berhemên xwe bidin çapkirin ji kîsî xwe pereyan didin weşanxaneyan..

- yên li ewropayê dijîn xwediyê berhemên zêde zêde ne.. we fêm kir ne..

- birrek ji van nivîskaran gelekî bikaprîs û kompleks in yanî şûr simbêlê wan an keziyê wan nabire.. nivîskariya xwe wekê tehn û minetekî li ser pişta kurdan bar dikin..

- naxwînin belê naxwînin.. dubare û sêbare naxwînin.. ji ber hindê li xwe zêde nakin û her di heman ava şêlo û genî û bêhnpêketî de avjeniyê dikin.. meşhûr e dibêjin nivîskarên kurd ji xwendevanên kurd zêdetir in.. dîsa dibêjin heta nivîskarek kurd kitêbekî dixwîne du kitêban dinivîse..

- wekê hemû kurdan pirraniya wan zirkreş û hesûd û bexîl û dexel û çavnebar in..

- hej polemîkan û popûlarîteyê dikin û hej heyranî û hijmekariya xwendevanên jin dikin yên mêr tabî..



10.09.2013 01:16 | endazer

2. piraniya wan çawa ku pirtûkek dinivîsin, dikevin derdê dan wergerandina wê ya li tirkî.

ez bawer im sedema wê ew e ku ditirsin ku pirtûka wan bi kurdî neyê fêhmkirin û neyê ferqkirin.



10.09.2013 07:19 | simurg56

3. Canik û camêr in, xanim û xatûn in. Qenc in



10.09.2013 14:49 | seydayê_peyvan

4. ez ê bi dused gotinan bibim nivîskarê kurdan. de va ye min got (paldayî: )



10.09.2013 20:16 | înano lo

5. Ji %99 (berendamê) xelata Nobelî ne. ji %1'ê mayî jî ji xwe heqê wan hatiye xwarin.



11.09.2013 00:05 | dereng

6. Dikarin ji bêjeyên weke "ba" û "kur" bi sedan helbastan çêkin. Pa$ê bi ber "ba"yan berdin û li pa$ wan de bi "kur"e"kur" bigrîn heta ku rojekê ji "bakur"de bayekî îlhamê bi ser wan de were û "ba" bikin "ba"hoz, "kur" bikin "kur"doz. *))



11.09.2013 01:43 | hemdilaarda

7. otosansur taybetmendiyeke girînge di nava nivîskarên bakur.



11.09.2013 01:54 | janperest

8. bi salix Û siloxên hevalekî.. ji çav û berçavka canik an camêrekî bi navê roj xwîn ku hevalê behsê dikim jî di malperekî de lê rast hatiye nivîskarên kurd û nivîskariya wan,.

''Kîjan kurd dibe nivîskar siya wî ji wî mezintir dibe. Li ser Lingên wî seriyekî biyanî digere. Loma timî li şûna çêlekê, gayên bor didoşin. Ramanên nivîskarên kurd ji zimanên biyanî seridîne û bi wî zimanî nexşandîne, bi qalibên wan şekil werdigirin. Ji ber wê ye “gotin” û “ deng”ên kurdî di serên wan de stewr dimînin, berhemên ku diafirînin xesandî ne."



11.09.2013 02:47 | endazer

9. Gelek ji wan jî - iletê min ji wan diçe- çîrok, destan, çirçîrok, meselok, heyranok, payîzokan ji derdora xwe, ji bav û kalên xwe, ji dê û dapîrên, ji xal û xaltiyên xwe, ji mam û metikên xwe kom dikin û di bin navê xwe de -bê şanîna çavkaniyan- dikine pirtûk û navê xwe dibine serê ezmên. lanetên mezin û hemû nifirên kurdan (bnr: nifirên kurdî) li ser wan bin ku malê miletê kurd dikine malê xwe. ew ên diz, ew ên xainê miletê xwe tu carî bila pişta wan rast nebê!



05.10.2013 22:28 | serxush

10. Nizam bi çi zikê xwe têr dikin? Gelo çawa debara xwe dikin? Meriv gellek pirtûk mirtûk binivisîne û sê çar heb bên firotanê. Ev taybetmendiyeke pir berbiçav e.



05.10.2013 22:49 | ceso

11. Ez jî dibêm em xwendevanên kurmanciya belangaz ji nivîskarên kurmanciya birîndar lewcetir in.



05.10.2013 23:55 | dîno

12. çima gelo navê piraniyan navên trajîkin. dixwazin êşên xwe hîn di serî de bi navê xwe destnîşanbikin û xwîneran ji ta'ma dinyayê bêpar bihêlin. ev jî nebes e, ev ne çîrok, roman an helbestan dinivîsin lê pirtukên ku sirrên cîhanê deşîfredikin bi zimanekî felsefîk dinivîsin ku xwedê tenê ev kiriye para nivîskarên kurd.

bila nebêjin em xwe bizimanê xwe baştir îfade dikin. bila bejin em nikarin bibine nivîskarek bi zimanê tirkî, ji xwe kesekî ku me rexnejî bike nîne. ez ê 1500 lÎrayê xwe bidim û weke nivîskarekî berendamê xelata nizamçiguyî li ofîsê lotikan bavêjim.



06.10.2013 01:47 | nanxwerêcilqetên

13. zarokên welateke bindest in, ji ber hindê peyv zû li wan dikeve.. gelekî dilnazik in.. ji ber ku hîn tu kesî ew bi awayek cidî nexwendine û bi awayek cidî rexne li wan negirtine hîn bi rastiya heyîna rexneyê nehesiyane.. cara pêşîn dema peşkên rexneyê bi ber guhê wan dikeve wek qebîleyên efrîqî yên çav bi kamerayê ketîn nizanin çi bêjin û çi bikin hema xwe bi dê û jina kamerevanên reben dixin.. yanî hawara xwe digihînin çêr û dijûn û heqaretan.. krîterên wan ên rexnegiriyê jî bes di asta filan rista filan pirtûka te zêde kûr û zêde kompleks e mirov nikare bihêsanî xwe bidewliqînê ye.. eger hûn ji yekî re bêjin tu ne tu nivîskar î û nivîskariya te bi kêrî seriyek pîvaz nayê wê xwe aciz bikin û xwe bispêrin îma û qerÎneyên di asta zarokên çarlepka diçin de.. û ya herî xirab pirraniya wan xwe dane ber per û baskên partî û rêxistinan.. wekê tellalên şah û padîşahan heta êvarî bi ser navê welatparêziyê dikin heyhêê û heyhooo!



08.10.2013 01:53 | endazer

14. ka kîjan babaegîdê rexnegir bi pîvanên rexneyî nivîskarekî/e bakurê kurdistanê rexne kiriye?lê her kes mafê xwe dibîne ku bêje min di salekê de 400 pirtûk xwendin lê yek jî ne bi dilê min bû,ne hêjaye seriyek pîvaz e...bo çi kaka,bi gor çi pîvanî?...li cem me ji wan kesên çi bê berdevê wan bibêje û xwe ji her kesî zanatir bihesibîne re dibêjin lewçe...bila ev jî diyariyek min be ji tirşikê re...



08.10.2013 16:28 | berkenbereh

15. heta ku di tirşikê de lîqayî mijara li ser navê xwe vebûyî neyên, qet behsa tirşikê nakin, belê hemî di vî warî de eynî ne



26.03.2015 23:13 | ferhenga şikestî

16. û gava lîqayî mijara li ser navê xwe hatin di facebokê de wê lînkê parvedikin ...



27.03.2015 01:19 | vêca çiyeeee

17. her yê ku pênûsê dixe destê xwe dibe nivîskar .bi şeref vêya taybetmendiyek o bîçîm e



27.03.2015 04:00 | diranfîq

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên gelan yên neteweyî
» nivîskarên xarpêtî
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin

Kategoriyên mijarê:: niviskar anket kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî