Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kurd û xelatgirî - tirşik
kurd û xelatgirî
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev demek dirêj e kurdên me li dinyayê xelatên muhîm distînin. Me jî pê keyfxweş dikin. Mala wan ava.

firat cewerî: Xelata Akademîk a taybet a Swêdê

koçer bîrkar: Xelata Fîeldsê (xelata herî mezin a matematîkê)

cemîl turan bazîdî: Xelata Akademîk a taybet a UNESCOyê

sara omar: li Danîmarkayê xelata pirtûka bêhtirîn hatî firotin.

sala borî jî:
bextîyar elî: Xelata Nelly Sachs



07.08.2018 08:05 | xendekî

2. Nizanim çiqas prestîja van xelatan heye. Lê pirsgirêka esas bi ya min ev e: kurd bi serkeftinên şexsî dibêjin qey neteweyeke çiqas mezin in lê divê em ji bîr nekin; xelat şexsî ye. divê kurd vê yekê baş bizanibin serkeftinên civakî nayên xelatkirin çimkî li dijî berjewendiyên civakên din xetere ne, wek êrîşên li ser efrîn û kerkûkê jî nîşaneya vê tevgerê ye. Loma bi ya min xelatên şexsî rê li ber sîmulasyona serkeftina neteweyî vedike û kurd tên tevizandin, dev ji heyf û tola xwe ya civakî berdidin û ji ber serkeftinên şexsî şa dibin. mînak Koçer bîrkar jî Cemîl Turan Bazidî jî xelatên xwe diyarî gelê kurd kirin erê jestên pir delal in lê di heman demê de dibin sedema sîmulasyonê jî.



07.08.2018 13:16 | tizbîkêş

3. Xûya kir ku Kurd milletekî zîrek in. Kurd bêyî dewlet in, bêjî perwerdehiya zimanê Kurdî ne û di bin desthilatdariya kolonyalîstan dijîn. Dîsa jî ev xelatana wergirtin . Ev tiştekî gelekî girîng e.



07.08.2018 13:56 | bêdestmêj

4. xelatên çandî hwd. heke ji aliyê xwediyên xwe ve ji gelê xwe re hatibe diyarkirin, ew dibin yek ji 'elameta wê miletê ku ji nav endamên wê jî jîr û jêhatî derdikeve. motivasyona miletê xurt dibe û ji bo kurdan jî ev ne tiştekî ji rêzê ye, qadekî nû ye. her bijîn.



12.08.2018 00:16 | biruya hayao miyazaki

5. Kurd bêhtir heq dikin û layiqê her xelatîne kurd miletek pîroz û qedîmin di qedera wande jiwanre şer û xelat hatiye nivîsandin * û bi dil û can şerê xwe didin... Bijî kurd û kurdistan yan mirin yan Dîyarbekir û helbet ne mirin DIYARBEKIR



12.08.2018 15:02 | telebê hz mêdî

6. ferqa van xelatan û xelatên festîvalên bereday ên sînemayê nîne.



19.04.2021 14:16 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdbûna talîş û gilekan

Kategoriyên mijarê:: zanisti niviskarweje niviskar weje zanisti niviskarweje niviskar weje zanisti niviskarweje niviskar weje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî