Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
francisco goya - tirşik
francisco goya
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. wênesazeke îspanî ye! wêneya wî ya bi navê the sleep of reason produces monsters pirtûka rojnivîska spinoza dixemilîne! şener özmen jî wênesaz e ji xwe.



06.08.2018 19:59 ~2021.09.10 22:18 | xwelî li ser

2. Francisco Jose Goya y Lucientes, Wênesazek û gravûrvanek îspanyol a rêbaza romantîzmê ye. Wêneyên goya wek belgeyên dîrokî tên hesibandin. bi portreyên xwe ve navdar e. Di hunera wî de xêzikên afrîner û wêrek xwe didin nîşan. yek ji pêşengên hunera modern e. Gelek wênesaz di bin bandora xwe de hiştiye. Wek Édouard manet, pablo picasso û francis bacon.

1746an de li zaragozayê di malbateke xîzan de tê dinê. Di 14 saliya xwe de li cem josé luzán y martinez dest bi perwerdeya wênesazîyê dike. Goya wêneyên xwe yî pêşîn li zaragozayê çêdike. Wêneyen goya bi rengên sade û xwezayî bûn. piştî çend salan diçe îtalyayê. Li Napoli, roma û parmayê digere. 1771an de li parmayê di pêşengekî de dibe duyem.

1788an de dibe wênesazê qral carlosê çarem. 1799an de dibe serwênesazê qraltiyê. Lê di vê meqamê de jî bêdîsiplîn bû. dilê wî çawa bixwaze wilo dikir. ji ber ku qedrê xwe dizanî û ji xwe bawer bû.

1793 an de ji ber nexweşiyekî kerr dibe. piştî vê nexweşiyê di weneyên wî de bandora reşbînîyê derdikeve holê. 1808an de napolyon êrişî îspanyayê dike. li ser nexweşiya wî ev qir û qiyamet jî bi ser de tê û bandorek mezin li ser wî dike. wêneyên wî de rengê reş bêtir xwe didin nîşan. bi navê "bobelatên şer" 82 heb gravûr çêdike. bi van gravûran xirabiya şer dide nîşan.


lo mismo: Here lînkê
Estragos de la guerra: Here lînkê
Y son fieras:Here lînkê


El dos de mayo de 1808 en Madrid: Here lînkê
El tres de mayo de 1808 en Madrid: Here lînkê

1819an de diçe madrîdê. li wir bi tena serê xwe dijî. mala wî wek "mala kerro" tê nasîn. li wir ji dînbûnê û ji nexweş ketinê ditirse.. xwe ji civakê dûr dixe. li ser diwarên mala xwe "wêneyên reş" çêdike. nav li wêneyan nekiriye û nîşanî kesî nedaye.. navên wan ji hêla dîroknasên hunerê ve hatina danîn. 1828 an de li Bordeauxê dimire. 50 sal şûn de ev wêne neqlî tûvalê dikin.

Saturno devorando a su hijo: Here lînkê
El Gran Cabrón/Aquelarre: Here lînkê
El perro: Here lînkê
Dos viejos comiendo sopa: Here lînkê

li dû xwe 500 kisûr wêne, fresko û litograf dihêle. berhemên wî li mûzeya madridê museo del prado de ne.

çend wêneyên wî yên navdar:

La Maja desnuda: Here lînkê
ev wêne bi xwesteka serokê îspanyayê manuel de godoy ve hatiye çêkirin. di wan salan de engizîsyon wêneyên tazî qedexe kiriye. goya ji ber vî wêneyî tê darizandin.

El sueño de la razón produce monstruos: Here lînkê



10.09.2021 13:51 ~22:22 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» francisco goya
» goya

Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi hunerwenesazi hunerwenesazi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî