1. tesbîtek rast û di ci de.. divê partî û rêxistinên kurd yên li bakurê kurdistanê di nav xwe de komîte an komîsyonekî ji zimanzanan pêk tê ava bikin û gund bi gund, zozan bi zozan, bajar bi bajar li çarnikarê bakurê kurdistanê bigerin û efareya jêmayiyên zimanê kurdî û folklora kurdan bikin.. tu kes nikare bi serê xwe ji heqê vê meselê de derkeve û ji xwe mesele jî bi hewldanên şexsî safî nabe.. zimanê kurdî hîn nehatiye berhevkirin hÎn gelek peyv û bêje û biwêj û gotinên pêşiyan û çîrok û stran û destan û mamik û zûgotinok û lîstok ku koda tarîxa kurdan di wan de veşartiye hene û li hêviya biservebûn û berhevbûnê ne. |
|
10.09.2013 00:52 |
endazer
|
2. ez ê bi otostopê li hemû gundên kurdistanê bigerim û ji xwe re çîrokên qut û gilover peyda bikim. |
|
10.09.2013 20:31 |
înano lo
|
3. kêmasiya ku êdî ji bo nekirinê, hêcet nemaye. |
|
10.09.2013 22:00 |
simurg56
|
4. ez li zanîngeha artukluyê di beşa kurdolojiyê de mamoste bûma min ê spartek dabûye hemû xwendekarên xwe bila her yek ji wan çûbûya gund û deverekî rêya dewleta tirk pê neketî çi qas berhemên folklorîk stran, çîrok û çîvanok, destan, kilam, tiştanok, biwêj, nifir, gotinên pêşiyan, peyvên di ferhengan de nehatine tomarkirin, serpêhatî filan hebin bila bi awayeke sîstematîk berhev kiribûna û bi şêweyê tezê nivîsandibûya, ji xwe xwendekarê ev spartek çêkirî nehewce ye bikeve tu ezmûn mezmûnên formalîte min ê yekser ji wê dersê bihurandibûya. |
|
26.12.2014 04:12 |
endazer
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |