Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
koçer bîrkar - tirşik
koçer bîrkar
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Koçer Bîrkar (bnr: coucher birkar) matematîkzanekî rojhilatî û yekem Kurdê ku xelata nobelê stendî ye. Niha li zanîngeha Cambridgê mamoste ye. Îro xelat dan wî û jê pirsîn bê ka daxwaza wî ji dinyayê çi ye, û birêz Koçer bîrkar wiha bersîv dide; hema bila demeke kurt be jî 40 milyon kurd di heman demê de dilşad bibin. Bi raya min daxwazîyeke pir girîng û watedar e. Here lînkê Here lînkê

edît: belê ew qasî gotin xelata fieldsê di warê matematîkê de mîna xelata nobelê tê qebulkirin, mim jî bi şaşî dîrek gotibû nobel e. Bi herhal, spas dikim bona rastkirinê



01.08.2018 23:42 ~2018.08.09 00:56 | jifêzagorda

2. ne xelata Nobelê, madalya fields'ê standiye. xelata fieldsê çar sala carekî ji hêla yekîtîya matematîkzanên navnetewî ve tê dayîn.

koçer bîrkar ku navê wî yê nasnameyê prof. dr. ferîdûn direxşan e, ji merîwanê ye. xwendina xwe ya bilind li zanîngeha tehranê qedandiye paşî berê xwe daye Îngilistanê, niha di zanîngeha cambridge'ê de mamostetîyê dike.

yekîtîya matematîkzanên navnetewî îsal xelat layiqê koçer bîrkar dîtin.

ya ecêb di rêûresma xelatdayînê de xelat ji ser masa koçerê me hatiye dizîn, nûçeya dizîna xelatê jî di rojeva cîhanê de gelekî belav bû. :( xelata me bidin xêrnexwaznooo!



02.08.2018 01:16 | xendekî

3. Ya ecêbtir ew e ku medyaya cîhanê li nûçeyên xwe de wî wek "kurd" didin nîşan lê medyaya kurdan wî wek "iranian kurd" didin naskirin.

Edît: rastnivîs.



02.08.2018 08:31 ~08:33 | xelîl

4. kesê ku anergorî medyaya cihanê wekî Kurd, anegorî medyaya hin kurdan (bnr: halqların iranlı demokratik kürdü) tê binavkirin.



02.08.2018 14:04 | jifêzagorda

5. Koçer Bîrkar ji ser hesabê xwe yê facebookê daxuyanîyek daye. Gotiye rast e, xelata wî winda bûye. Lê xema nexwin wê şûna wê yek din bidin. Û gotiye meyzênin keyfa xwe

Here lînkê

di vê vîdyoyê de, bavê koçer û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo pîrozbahîya xelatstandinê derketine derve: Here lînkê



03.08.2018 14:06 ~14:07 | xendekî

6. alî nesîn xelatek di bin wî re girtiye lê li ser medyaya civakî dibînim, hemû tirk û medyaya tirkan behsa wî dikin û behsa koçer bîrkar nakin.

(bnr: bêdewletî)
(bnr: ibrahim halil baran)



03.08.2018 18:07 ~18:12 | roza

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» koçerê
» bîrkarî

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî