Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 77 peyam
zimanê kurdî pîroz e - tirşik
zimanê kurdî pîroz e
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kartol çiqas pîroz be zimânê kurdî jî hewqas pîroze.

di nava kurdîhez, kurdînûsan de teyamuleke nepen, rêbazeke veşartî, makezagoneke nenivîsî heye: dibê zimanê kurdî pîroze, ji ber vê yekê meriv encax tiştên hêja wek polîtîkayê(ku gubarana ev) ,tiştên giregir wek zanyariyê, payebilind wek edebiyatê bi vî zimanî bike. heya ji meriv were meriv ziman ji êrîşa peyvên zayendî bipareze, di tirşikê de an nivîsekî de tiştên ku di jiyane me de hene lê nakeve van cûreyan divê meriv nebêje û nenivîse. minak sade, j.janet, a. nîn meriv nikare romanên van bi kurdî bixwîne, meriv nikare qala masturbasyonê bike,li ser gayîn û vegayîna bav û kala raweste. helbet ev helwest ne i berxwe derket, sedem qedexebûna ziman, tedaya li ser kurdî ya bi salan ev yek derket. kurdî axaftin û nivîsin dibû meziyetek lewre qedexebûna ziman bedeldayinek bêhampa dixwast.

lê ev dem dervasbû elelokler, êdî divê em kurdî ji wek zimanê polîtikayê tenê nebinin(slogan çi xweş bûn.) kurdî jî gu heye rêx heye gayîn heye vegayîn. ev helwasta ku hin niviskarê tirşikê dibên ser mijarên zayendi venekin ji vir tê. wextekî dê û bavê me çi nivîsa bi erebî bidîtan ayetek ji quranê dizanîn maç dikirin datine cihêkî bilind. meriv dikaribû ji kovareke pornografîk erebî wênayan jêbikira ev nivîs wek ayet biparasta.ku ez dijderketina kurdî ne zimanê van tiştan dibînim ev yek tê bira min. erebî jî kurdî jî porno dibe mixabin. Kurdî ne pîroze hinkî çavê xwe vekin xwelîdanklarim min nexin nav daberkirinê wiha demborî,beradayî û wez ji hemamê derktim wey li min wey li min…



09.09.2013 22:03 | tivirloismail

2. bi pirranî beyana kurdên kurdînezan an kurdîneaxêv e.. heta êvarî li ser sosyal medyayê bi zimanê tirkÎ zirtê zimanê kurdî dide.. lê tu jê bipirsî ji xeynî navê ehmedê xanî û feqiyê teyran ew jî pîrik û bapîrên xwe bihîstine nikare navekî tenê yê nivîskarên îro yên bi kurdî dinivîsin bide.. zimanê kurdî pîroz e.. zimanê kurdî pir pirr dewlemend e ew qas dewlemend e ku gelek caran dema ÎngÎlîz dikevin tengiyê de tên hawara xwe digihînin me kurdan û ji me kurdan çend peyv û bêjeyan kerr dikin.. ji xwe tirkî ji sedan 90 peyvên xwe ji kurdî wergirtine.. pirraniya peyvên îngîlîzî û peyvên tirkî dişibin hev û ji yek kokê rabûne.. mesele egg û hêk.. hindik maye ku ev kurdên ehmeq zimanê kurdî wekê tiştekî entîqe bikin di qutîkekî de û hilînîn mûzexaneyekî de an wekê sofiyên quran nexwendî têxin di qewlikekî de û çi cara di ber re bibhorin ser û stûyê xwe hinekî biçemÎnin û wekê din tu eleqeya xwe jê çênekin.. axx kurdno axx we em mejîreşÎ kirin..



09.09.2013 23:25 | endazer

3. Ger wisa ba; divê ji ber red, înkar û asîmîlasyonê dewlet, desthilatdar û rêveberên wê kor û hitim û şehatî bûbana.



09.09.2013 23:51 | seydayê_peyvan

4. Ziman bi xwe di wateya olî û pîroz de bi awayekî "pîroz" nayên dîtin. Lêbelê, ziman dikarin ji bo civakan xwedî girîngiya çandî, dîrokî û sembolîk bin û di çarçoveya parastina mîras û nasnameyê de ew pîroz bên hesibandin.
Weke rewşa Îbranî ji bo Cihûyan sanskrîtî ji bo hindûyan erebî ji bo misilmanan e. di vî warî de kurdî jî pîroz e, ji ber ku pirtûka pîroz a Êzdiyan bi kurdî hatiye nivîsandin..



31.01.2024 12:01 | tirsik.ai

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê farisî vs zimanê kurdî
» kurdîstan tu wate ye
» pîrozxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî