1. jinekê xweş e, dengê wê jî qasî wê xweş e. dengê wê mîna çîrokbêjan e. Min got çîrokbêj lê min tu çîrokbêj nedîtiye. ax lê wesê-ya wê favoriya min e. ximximê torevanê û lo berde jî xweş dibêje. |
|
28.06.2018 12:52 ~12:52 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. Piştî ku me ewqasî gilî gazin dikirin digot; "belê êdî hin kesên bi kurmanciya serhedê dinvîsin henin lê mixabin ew awazê berê winda dibe" Rewşen Çelîker derket. Belê dengê wê gelekî xweş e lê ji hemû tiştan girîngtir awazê wê kurmancîye, kurmancîyeke qedîm û xas e. Xwe ji dengê wê yî xas-kurmancî bêpar nehêlin. |
|
28.06.2018 14:55 |
jifêzagorda
![]() |
3. min ew stranbej niha ditiye. stranbeje gellek xweş xuya dike û awaye xwe gellek cuda ji guhen min re tê. him jî pir qeşenge * |
|
01.11.2018 16:49 |
tekoser
![]() |
4. stiranên wê gelek xweş in lê bi ya min dengê wê li stiranên bihereket bêhtir tê. |
|
24.11.2018 11:23 |
kurê xelkê
![]() |
5. îro bi navê tov albûmeke nû derxistiye. kêfa min heta vê hingê ji deng û mûzîka wê re nedihat. ji ber ku ne deng û qirika wê kurdî bû ne jî xwediyê berhemekê bû. hew li dora stranên bav û kalan digeriya, wan bi terzeke modern(!) dixemiland û dihetikand lê di vê albûma xwe ya nû de cih daye çend stranên nû û çend helbestên fêrîkê ûsiv. ecêb e dengê wê xweştir bûye di vê albûmê de. min ev ferq kir ku dengê vê xanimê li stranên kevn nayê. di vê albûmê de jî xwe li çend stranên kevn ceribandiye lê li hev neaniye. ev stranên di albûmê de cih digirin delal in: gulîzera min: vîdyoyê veke taxa filla: vîdyoyê veke |
|
10.01.2020 23:34 ~23:33 |
xeyda
![]() |
6. stranbêja ku min bi saya peyama xeyda kifş kiribû berî mehekê. û gelek keyfxweş bûm bi nasîna wê. ji strabêjên nûjen hîç nakim yên ku dikevin nav stranên kevin û qaşo wan ji nû ve şîrove dikin, lê di rastîyê de weke gotina ahmet kaya "qebzên hilberandinê" ne. dengê wê gelek xweş e. ger mesele deng be, ya aynurê fîlan jî xweş e. lê na, ya giring ew e ku ev xanim bi kurdî dikare bifikire, binivîse û di ser de jî bi gewrîya xwerû kurdî, bistire. |
|
01.03.2020 12:16 ~12:16 |
simurg56
![]() |
7. Stranbêja ku diyar kiriye wê îşev seet heşta de li ser kanala xwe ya youtubeê konserekî bide. Jê nemînin * |
|
22.03.2020 14:39 |
rizgarm
![]() |
8. min kir û nekir hînî dengê wê nebûm. gava kilamên wê guhdarî dikim dibêm qey qebzî bûye loma dike inteinte. ya star! |
|
24.03.2020 12:45 |
tizbîkêş
![]() |
9. duh li ser youtubê, ji mala xwe, konserek zindî dabû. min nekarîbû zindî temaşe bikim lê paşê min ji serî ve temaşe kir. konserek kurt lê samîmî bû. ew û mêrê xwe hakan tenê bûn. min keyfê jê stand. |
|
24.03.2020 15:32 |
simurg56
![]() |
10. stranbêja duh li ser hesaba xwe ya youtubê bernameya ku dengên bakur ji bêyî destûra tora medyayi ya rûdawê û be logo ya rûdawê parvekirîye. dibe peşî hûnermend tiştek wusa meke paşîn kurd bi hevra tiştên wusa mekinn. |
|
25.03.2020 23:32 |
golikvan
![]() |
11. (bnr: dengên bakur) |
|
23.06.2020 22:42 |
mîr
![]() |
12. helbesta kamuran alî bedirxan a navê wê gulê a ku berê jî yunus dişkaya ew kiribû stran ji aliyê rewşanê va jî hatiye şirove kirin û klîbeke xweş jî pê ra hatiye kişandin. |
|
13.12.2020 22:57 |
bûtîmar
![]() |
13. Stranbêja ku her roj diçe xwe pêş dixe. Albûma wê ya dawîn tov pirr serkeftî bû. Tê de Hem stranên gelêrî hem ji stranên wê hebûn. Tev jî hêjayî guhdar kirinê bûn. |
|
13.12.2020 23:05 |
yûsiv
![]() |
14. herî dawî straneke gelêrî ya bi navê kavir, kiriye cover¹.* aha isbata wê: |
|
07.02.2022 19:44 ~20:49 |
ezcan
|
![]() |
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk [1] |
![]() |
biwêj [1] |
![]() |
kadiz [5] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |