Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kesên ku dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin - tirşik
kesên ku dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ez rastê hinek kesan hatime ku ewana kurd in, dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin, yanî ji wan re nabêjin dayê, bavo. Mînak Dibêjin "Elî" "Fatme" "azo" "kewê" filan û bêvan...

Gelek sal in ku di nav tirkan de jî mam lê min tenê qismeke Kurdan de min ev tişt dît.

Yanî nizanim ev tişt di irf û edetên kurdan de heye yan jî yên ku ez dîtim tev merivên usa bûn, axirî nizanim.



16.06.2018 00:28 | mîr

2. çandeke wisa di nav hine Kurdan de heye.
min jî bi çavên serê xwe va dîtîye



16.06.2018 10:37 | bûtîmar

3. Dibe ku hin kes hebin.
Lê heya îro min carekê jî tiştekî wisa nekiriye.
Di nav Kurdan de bawerim ne tiştekî berbelav e



23.04.2021 04:05 | merwano

4. Gelemperî kesên yekane zarok in. Yanê li malê yek zarok û bi bavê xwe re samîmî bi navê bavê xwe gazî dikin. Çend cara min jî vê tiştê dîte û bala min jî kişand. Lê wekî ku hatiye gotin ev yek ne berbelav e. Tenê di hin malbata de heye.



23.04.2021 04:10 | tîrêj zana 21

5. Ez jî kêm caran dibim yek ji wan kesan lê ne ko zaroka yekî tenê me yan jî gelekî delalî me. Carnan gava ez ji dîya xwe diqeherim bi navê wê gazî lê dikim.



23.04.2021 04:55 | pîroz

6. Wala heyra me zarokên wilo vedîtina!

(bnr: gotinên dayikan)



23.04.2021 18:05 | xwelî li ser

7. Keça Apê min. Tê bîra min wexta ez zarok bûm diçûm mala apê xwe. Îja dotmama min bi navê jinapa min gazî wê dikir. Ji ber ku di mala me de tiştekî werê tunebû ez ecêbmayî dimam.



23.04.2021 23:20 | xabûrî

8. Birayê min ê mezin e. ( jiber ku salê wî (29) û diya min (47) nêz e û nûxuriya wê ye , wek hevalan in )

Ji bilî wî Gelemperî kesên tev dapîr û bapîrên xwe mezin bûne bi navê dê/bavê xwe gazî dikin .



13.01.2023 11:00 ~11:05 | navîgiranmezelîwêran

9. Zarokên ku bapîr û dapîrên xwe re dijîn, Ji wan re dibên dayo/bavo yadê/yabo hwr. Ji ber vê yekê bi navê diya xwê û bavê xwe gazî dikin



13.01.2023 16:32 | bêwar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ne hêja ne ku mirov li ser wan binivîse
» dêl
» xweştran
» navê kurdî li zarokan danîn
» wanî
» gazî kirin

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî