Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
meynenoşî - tirşik
meynenoşî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Meynenoşî Şeyxê Sen‘anî ‘xelet

Ew neçû nêv Ermenistanê ‘xelet



Mislê Mûsa wî tecellaya te dî

Ê tu dî kanê xeta hanî ‘xelet



Wî nedî bejna te û dayê qiyas

‘Hîkmetê lew çûye burhanê ‘xelet



Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand

Wer ne Qeys naket beyanê ‘xelet



Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî

Ê ku nîşanek te dî kanê ‘xelet



Ez giham ava ‘heyatê xef ji dil

Xudr-i vajî çûye ‘heywanê ‘xelet



Şahnûşînên nazikan zayi’ mekun

Da nebînî dil bi vê xanê ‘xelet



Ellah Ellah çerx û dolabê dinê

Nuqte qet nakit di dewranê ‘xelet



Roj û şeb her seyrê dîdara te tên

Nakirin ew dewr û seyranê ‘xelet



Hûn nebên meşşateyê xef daniye

Hemqeran kir xal û nîşanê ‘xelet



Dê bi ser canê me murwet da me êx

Bişkuwên benda girîbanê ‘xelet



Ser nebî ber kufrê zulfê ‘aqîbet

Ez ditirsim lê ji îmanê ‘xelet



Pehniya vê çerx û dolabê dinê

Nisbeta erbabê ‘irfanê ‘xelet



Nusxeê ‘alem hemî ‘unwanek e

Nuqteyek nabit di ‘unwanê ‘xelet



Qulzum û bayên muxalif tê pir in

Da nekelşîn darê sukkanê ‘xelet



Da bizanî pehlewanî mûyekê

Dest nedî lil-lahi mîzanê ‘xelet



Wê di destê min gula geş pir xûnav

‘Heyf-i bulbul çû gulistanê ‘xelet



Hê ji sehwa xameê bû werne min

Ev ‘xelet nakir di dîwanê ‘xelet



Wê li ser bejna te ev seywan veda

Wer ne nada roj-i seywanê ‘xelet



Geh dil û geh can dibin tirkên te tên

Nakirin ye‘xma û talanê ‘xelet



Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir

Teşneleb çû terfê ‘Ummanê ‘xelet



Pîrê ‘hikmet bin li wifqa meşreban

Kes nedî mey rêhte fîncanê ‘xelet



Rast e yek qanûn seraser nîne tê

Xwehrî û pêçên perîşanî ‘xelet



Pakiteb’ û quwwetek mewzûn divêt

Da nedit sen‘et bi idmanê ‘xelet



Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî



Wek Nişanî ma li nîşanê ‘xelet



07.06.2018 04:26 | gumgumok

2. helbesta melayê cizîrî a di derbarê şêxê sen'aniyan da ye.
helbesteke pir xweş e.. meriv dixe nav fikr û lêpirsînan..

(bnr: şêxê senan)



12.05.2019 14:49 ~14:52 | bûtîmar

3. wateya peyva meynenoşî mey venexwarin e. noşîn, vexwarin e.

risteya ewil a der heqê şêxê sen'an* a helbesta navdar a melayê cizîrî lazim e weke mey nenoşî şêxê sen'anî xelet bibe. yenî bi wateya şêxê sen'an bi xeletî mey venexwariye, lê bi qesdî vexwariye ye û piştî jî dibêje ew neçûye nêv ermenistanê xelet yenî bi qesdî çûye nav ermenistanê. armanca wî hebû, bêsebeb neçû.



13.05.2019 05:49 ~05:49 | heyf

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» meynenoşî

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî