Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 23 peyam
    15ê gulanê cejna zimanê kurdî - tirşik
    15ê gulanê cejna zimanê kurdî

    Navê mijarê ya ewil ev bû:15’ê gulanê cejna zimanê kurdî
    (21) (0) (13)
    di mijarê de bigere

    2. bila pîroz be! bi şiyandina peyam a pirtukakurdi.comê ez jê hay bûm.

    heq'qet pirr kêfa'm ji hebûna malperê tê ha. berê, diçûm pirtûkfiroşê. min digot,
    - pirtûkên kurdî? : )

    ew digotin,
    - mixabin : (

    êdî ji destê kûçikbavan filitîme ez, şikr ji xwedê re. bi xêr û bi xweşî!



    2018.05.16-00:18 | mirovekirind

    3. 15ê gulanê roja ku kovara hawarê hatiye weşandin ku kurda di sala 2006an de ev roj wek cejna zimanê kurdî îlan kirin û ji hingî ve tê pîroz kirin.












    2021.05.15-07:51 ~18:56]| merwano

    4. pîroz be, hêvîdar im rojekê hemû kurd li zimanê xwe vegerin...



    2021.05.15-10:27 | berijahr

    5. Bila pîroz be bo hemû zimanhez û fedekarên zimanê kurdî re.

    Kovara zrîngê jî bi karîkatûreke xweşik pîroz kiriye*

    Here lînkê



    2021.05.15-10:42 | xelîl

    6. bavê zimanê kurdî yê nûjen, celadet alî bedirxan îro rewşa zimanê me bidîta, bêguman ew ê hemû hêvî û hewesên wî di qirika wî de bibana girêk û neçûna xwarê. lê dîsa jî her çi şertên zehmetî hebin jî, gelek xemxur û xebatkarên xîretkêş û xwebexş hene ku hêviyên me geş dikin -hema nebû- nahêlin hêviyên me bimirin. roja zimanê kurdî li hemû tirşikvanan pîroz be, yên ku bi israr û biryardarî dixwazin kurdî bikin zimanê jiyanê, dixwazin ku bila kurdî bibe yek ji reqîbên zimanên din -ên ku piştgirî û temînat ji dewletên xwe distînin.



    2021.05.15-10:48 ~10:52]| biruya hayao miyazaki

    7. Pîroz bo

    Bi xêra zana û wendeyê neslê newe rey de do qîmeta ziwanê ma berz bibo.

    Roja ziwanê heme tirşikvana pîroz bo.



    2021.05.15-11:48 | kajav

    8. Bila pîroz be!



    2021.05.15-14:30 | oceancr

    9. Wisa dixûyê ku peyama yekem de roja zimanê kurdî ne rast hatiye destpê kirin.Li twitterê de nivîskar firat cewerî , 15 gulan 1998 n daye dest pê kirin.
    twîta birêz cewerî wiha ye;
    Min sala 1987an berê xwe da Sûriyê da ez hemû hejmarên HAWARê peyda bikim û ji nû ve bigihînim kurdan. HAWAR di 15ê gulana 1932an de li Şamê derketibû, me jî di 15ê gulana 1998an de li Swêdê derxist. Armanca me ew bû em wê rojê bikin roja zimanê kurdî. Ew roj bû. Li we pîroz be! Here lînkê




    2021.05.15-14:47 ~14:49]| brzn

    10. Bi hêviya ku Kurd jî wek neteweyên din li hebûna xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin. Ya rebbî tu wê hişmendiyê têxî serê wan, amînnn.
    Cejna zimanê Kurdî pîroz be.



    2021.05.15-14:58 | xabûrî

    11. pîroz be :*



    2021.05.15-15:45 | doesntmatter

    12. roja hêviyê ye. Îro di destê me kurdan de ji xeynî ziman ti tiştê din nîn e. Gerek em dev ji vê dozê bernedin. Rizgariya me bi zimanê ve girêdayî ye.

    Bila ji hemû zimanparêzan re pîroz û li ser xêrê be.



    2021.05.15-19:10 | hueyn

    13. Hemû Kurdan û tirşikvanan pîroz dikim. Heta paşerojekî azad bimînin di xweşîyê de!



    2021.05.15-22:58 | pîroz

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe [4]
    Tîrêj Zana 21 te ev lêkolîna xwe li kû kiriye yan te ji kê pirsiye ku ...
    hewlêriha [2]
    sillaw hawrrêyan, sereta spastan ekem bo bexêrhatinekantan xêrandar bi...
    hewlêr [2]
    şarekey qelaw minare şarekey min e şarî şaran Hewlêr ....
    îstîxbarata tirşikê [2]
    difîkirim merwano ev qas fîlm sêr nake...
    gotinên pêşiyan [1]
    Pîremêrd î nemir gotinekî pêşînanî heye ke pêşkeş î êmey kirduwe ellê:...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » 15ê gulanê cejna zimanê kurdî
    » cejna qurbanê
    » zimanê partî
    » kurdipedia

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî