1. bila pîroz be! bi şiyandina peyam a pirtukakurdi.comê ez jê hay bûm. |
|
16.05.2018 00:18 |
mirovekirind
|
2. 15ê gulanê roja ku kovara hawarê hatiye weşandin ku kurda di sala 2006an de ev roj wek cejna zimanê kurdî îlan kirin û ji hingî ve tê pîroz kirin. Here lînkê |
|
15.05.2021 07:51 ~18:56 |
merwano
|
3. pîroz be, hêvîdar im rojekê hemû kurd li zimanê xwe vegerin... |
|
15.05.2021 10:27 |
berijahr
|
4. Bila pîroz be bo hemû zimanhez û fedekarên zimanê kurdî re. |
|
15.05.2021 10:42 |
xelîl
|
5. bavê zimanê kurdî yê nûjen, celadet alî bedirxan îro rewşa zimanê me bidîta, bêguman ew ê hemû hêvî û hewesên wî di qirika wî de bibana girêk û neçûna xwarê. lê dîsa jî her çi şertên zehmetî hebin jî, gelek xemxur û xebatkarên xîretkêş û xwebexş hene ku hêviyên me geş dikin -hema nebû- nahêlin hêviyên me bimirin. roja zimanê kurdî li hemû tirşikvanan pîroz be, yên ku bi israr û biryardarî dixwazin kurdî bikin zimanê jiyanê, dixwazin ku bila kurdî bibe yek ji reqîbên zimanên din -ên ku piştgirî û temînat ji dewletên xwe distînin. |
|
15.05.2021 10:48 ~10:52 |
biruya hayao miyazaki
|
6. Pîroz bo |
|
15.05.2021 11:48 |
kajav
|
7. Bila pîroz be! |
|
15.05.2021 14:30 |
oceancr
|
8. Wisa dixûyê ku peyama yekem de roja zimanê kurdî ne rast hatiye destpê kirin.Li twitterê de nivîskar firat cewerî , 15 gulan 1998 n daye dest pê kirin. |
|
15.05.2021 14:47 ~14:49 |
brzn
|
9. Bi hêviya ku Kurd jî wek neteweyên din li hebûna xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin. Ya rebbî tu wê hişmendiyê têxî serê wan, amînnn. |
|
15.05.2021 14:58 |
xabûrî
|
10. pîroz be :* |
|
15.05.2021 15:45 |
doesntmatter
|
11. roja hêviyê ye. Îro di destê me kurdan de ji xeynî ziman ti tiştê din nîn e. Gerek em dev ji vê dozê bernedin. Rizgariya me bi zimanê ve girêdayî ye. |
|
15.05.2021 19:10 |
hueyn
|
12. Hemû Kurdan û tirşikvanan pîroz dikim. Heta paşerojekî azad bimînin di xweşîyê de! |
|
15.05.2021 22:58 |
pîroz
|
13. google camêriyê xwe nîşan da û îro di cejna zimanê kurdî de, zaraveya soranî li ser google translateê zêde kir. زۆر سوپاس بۆ تۆ براگەورە گووگڵ هیوادارم هەمیشە ئۆنلاین بێت |
|
15.05.2022 01:54 |
ezcan
|
14. diyariyek herî xweşik google da me. Soranî jî li ser google translatê zêde bû. Aqubet li serê zazakî be |
|
15.05.2022 23:49 |
kajav
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |