Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
15ê gulanê cejna zimanê kurdî - tirşik
15ê gulanê cejna zimanê kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:15’ê gulanê cejna zimanê kurdî
(24) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bila pîroz be! bi şiyandina peyam a pirtukakurdi.comê ez jê hay bûm.

heq'qet pirr kêfa'm ji hebûna malperê tê ha. berê, diçûm pirtûkfiroşê. min digot,
- pirtûkên kurdî? : )

ew digotin,
- mixabin : (

êdî ji destê kûçikbavan filitîme ez, şikr ji xwedê re. bi xêr û bi xweşî!



16.05.2018 00:18 | mirovekirind

2. 15ê gulanê roja ku kovara hawarê hatiye weşandin ku kurda di sala 2006an de ev roj wek cejna zimanê kurdî îlan kirin û ji hingî ve tê pîroz kirin.



Here lînkê



15.05.2021 07:51 ~18:56 | merwano

3. pîroz be, hêvîdar im rojekê hemû kurd li zimanê xwe vegerin...



15.05.2021 10:27 | berijahr

4. Bila pîroz be bo hemû zimanhez û fedekarên zimanê kurdî re.

Kovara zrîngê jî bi karîkatûreke xweşik pîroz kiriye*

Here lînkê



15.05.2021 10:42 | xelîl

5. bavê zimanê kurdî yê nûjen, celadet alî bedirxan îro rewşa zimanê me bidîta, bêguman ew ê hemû hêvî û hewesên wî di qirika wî de bibana girêk û neçûna xwarê. lê dîsa jî her çi şertên zehmetî hebin jî, gelek xemxur û xebatkarên xîretkêş û xwebexş hene ku hêviyên me geş dikin -hema nebû- nahêlin hêviyên me bimirin. roja zimanê kurdî li hemû tirşikvanan pîroz be, yên ku bi israr û biryardarî dixwazin kurdî bikin zimanê jiyanê, dixwazin ku bila kurdî bibe yek ji reqîbên zimanên din -ên ku piştgirî û temînat ji dewletên xwe distînin.



15.05.2021 10:48 ~10:52 | biruya hayao miyazaki

6. Pîroz bo

Bi xêra zana û wendeyê neslê newe rey de do qîmeta ziwanê ma berz bibo.

Roja ziwanê heme tirşikvana pîroz bo.



15.05.2021 11:48 | kajav

7. Bila pîroz be!



15.05.2021 14:30 | oceancr

8. Wisa dixûyê ku peyama yekem de roja zimanê kurdî ne rast hatiye destpê kirin.Li twitterê de nivîskar firat cewerî , 15 gulan 1998 n daye dest pê kirin.
twîta birêz cewerî wiha ye;
Min sala 1987an berê xwe da Sûriyê da ez hemû hejmarên HAWARê peyda bikim û ji nû ve bigihînim kurdan. HAWAR di 15ê gulana 1932an de li Şamê derketibû, me jî di 15ê gulana 1998an de li Swêdê derxist. Armanca me ew bû em wê rojê bikin roja zimanê kurdî. Ew roj bû. Li we pîroz be! Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



15.05.2021 14:47 ~14:49 | brzn

9. Bi hêviya ku Kurd jî wek neteweyên din li hebûna xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin. Ya rebbî tu wê hişmendiyê têxî serê wan, amînnn.
Cejna zimanê Kurdî pîroz be.



15.05.2021 14:58 | xabûrî

10. pîroz be :*



15.05.2021 15:45 | doesntmatter

11. roja hêviyê ye. Îro di destê me kurdan de ji xeynî ziman ti tiştê din nîn e. Gerek em dev ji vê dozê bernedin. Rizgariya me bi zimanê ve girêdayî ye.

Bila ji hemû zimanparêzan re pîroz û li ser xêrê be.



15.05.2021 19:10 | hueyn

12. Hemû Kurdan û tirşikvanan pîroz dikim. Heta paşerojekî azad bimînin di xweşîyê de!



15.05.2021 22:58 | pîroz

13. google camêriyê xwe nîşan da û îro di cejna zimanê kurdî de, zaraveya soranî li ser google translateê zêde kir. زۆر سوپاس بۆ تۆ براگەورە گووگڵ هیوادارم هەمیشە ئۆنلاین بێت



15.05.2022 01:54 | ezcan

14. diyariyek herî xweşik google da me. Soranî jî li ser google translatê zêde bû. Aqubet li serê zazakî be



15.05.2022 23:49 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 15ê gulanê cejna zimanê kurdî
» cejna xizir êlyas û xizir nebî
» zimanê c yê bernamesazkirinê
» kurdî tenê zimanek ninû

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî