1. Cihûyên go di nav tevgera dîrokê de ketine nav kurdan, û ji aliyê kurdan ve hatina spartin û hewimandin; bi vê awayê bûne kurd. |
|
13.04.2018 04:11 ~04:13 |
gumgumok
|
2. Hejmara kûrdên cihûya ji kûrdê filleha hindiktire. |
|
13.04.2018 19:10 |
hesen bira
|
3. piranî vegerîya îsraîlê. yek ji wan jî bas gîtarîstê koma orphaned land, matan shmuely ye ku di sala 1951an de malbata wî ji kurdistana başûr bar kirine îsraîlê. |
|
29.12.2019 09:47 |
simurg56
|
4. Bi fikra min Kurdên Cihû nînin. Cihûyên Kurdistanê hene. Ji ber ku cihû tenê ev kesên ji kurên Îsraîliyan (benî Îsraîl- Îsraîlogullari) in. Cihûtî nijade- olek e. Çawa di Kurdistanê de mesîhiyên (ermenî, Suryanî, aşûrî, kildanî, nestûrî) Kurd nînin her weha Cihûyên kurd jî nînin. Ha kesek paşî bibê cihû ji aliyê rewresmên olî ve Cihû tê hesabkirin an na ez nizanim. Lê bi qasê ez dizanim paşî mirov nikarê bibê cihû. Mirov nabê cihû mirov Cihû tê dinyayê. |
|
29.12.2019 19:50 ~20:20 |
nan û av
|
5. li gor tarîxzanên îsraîlî yek ji bavikên îsraîlîyan yê winda kurd in. ji ber ku tarîxa kurdan û cihûyan gelek kevn e gelek ketine nav hev. kurdên cihû ji ber vê çêdibe hebin. gelek kurdên cihû piştî banga mezin ji Kurdistanê rabûn berê xwe dan îsraîlî. heta berê taxeka mezin a cihûyan li Cizîra botanê hebû, ev cihû hemû çûn îsraîlî, niha hê jî li wir Kurdî diaxivin, dawetên xwe wek edetên kurdan çêdikin. |
|
29.12.2019 19:56 |
xendekî
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |