Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
18.03.2018 ketina efrînê - tirşik
18.03.2018 ketina efrînê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dagirbûna efrînê ji aliyê tirkiye û aasê ye. nêzî newroz tecawuzek din bi namûsa kurdane.



18.03.2018 13:03 | mindal

2. Dewleta dagirker a Tirkan bi destûra Rusyayê ve îro bajareka Kurdan zevf kir lê belê ev nayê wê wateyê ku Tirk bi ser ketin. Heya vê şûna êdî şer e di navbera muxatabên şêr xwe de bidome. Jixwe heya niha ev şerekî bi wekaletî bû. Belê vê şûnda şerê rasteqîn dest pê dike û ev şera ye bi têkçûna tirkan ve encam bigire. Hê ji sêrî de dema şerê Efrînê dest pê kir, heke Rusan sehaya hewayê negirtiba, hêzên wekî Esad, Îran, Amerîka wekî alîgirên Kurdan tevli vî şerî nebûna xûya bû ku Efrîne bê dagirkirin.

Jixwe li hemberî artêşeke xwedîyê top tangên giran hêzên gerîllayî nikarin li raste bajêr biparêzin. Helbet hêzên Kurd dikarin heya gulleya dawîn, heya dîlopa xwîna xwe ya dawîn ber xwe bidin lê mixabin ev ji bo serketinê têr nake. Heya ku li bajarekî 600-700 hezar meriv lê dijîn û dijmin dike ku bajêr di bin bombebarê de bigire û mirovan bi tî birçîbûnê ve terbîye bike, serkeftin ne pêkan e.
Piştî vê astê, biryareke rast û bi cih de ye ku YPGê bajar hîşt û vekişîya. A ku divê bê nîqaşkirin ev nîn e. Divê em bikaribin pêvojoya berîya van bûyeran nîqaş bikin ku pêşeroja me jî wiha nîn be.
Bona ku ev nîqaşan bên kirin çend pirs;
1. Madem ku YPG/PKK rojavayê wekî parçeyekî dewleta Surîyê dibîne çima di sêrî de, dema hê dagira Tirkan dest pê nekiribû tixûbên Efrînê teslîmî hêzên Esad nekir? Wekî tê zanîn Rusan ev pêşniyariya kiribû lê YPGê ev yek red kir.
2. Madem ku yê dawiyê de bangî artêşa Esad bikirana çima pêşiyê ev pêşniyarî red kirin? Wekî tê zanîn piştî dagira tirkan dest pê kir, îcar YPGê bangî arteşa Esad kir lê Esad ev yek red kir. Jixwe heya ku Rusyayê û Îranê destûr neda Esad jî nikaribû ev yeka red bike, yanê îcar êdî hevpariyeka wiha hebû di navbera Esad , Rusya û îranê de.
3. Helbet ev şera tercîha YPGê nîn bû. Kurdên ji erdnigariya di bin kontrola YPGê de bi dil û can, bo ku welatê xwe, mala xwe biparêzin tevli YPGê bûn. Lê ji sêrî de dewleta Tirkan ev yek ji xwe re wekî tehdît didît û cîk dibarandin hemû rêxistinên Kurdan, lê gelo li hemberî vê yekê PKKê çima qadên şêr firehtir nekirin, li çawirdora Tirkiyê şer belav nekir?
Wekî tê zanîn şer ji nav qada Efrînê de ma, dewleta Tirkan jî bi hêsayî hemû hêzên xwe ve lê xist derbas bû. Wekî berxwedanên Cizîr, Silopî, Surê dîsa Efrîn bi tena serê xwe ma, xêncî çend bûyerên rojane (li bayîzdê gerîlayan,çend leşkerên tirk şandin gorê) hêzên PKKê qad firehtir nekir, tirkiyê re neket şêr.
4.Piştî referandûma serxwebûnê ya li başûr, piştî ketina Kerkûkê PKKê wiha gotibû “ Ev hewldaneke bê tedbîr e û neçar e ku têk biçe“, lê gelo dema PKKê li rojavayê qadên azad îlan kirin kîjan tedbîr girtibûn? Li erdnigariyeka çawirdora wê bi hêzên emperyalîst ve girtî, heke “qadên bê dewlet û azad“ bên îlankirin divê pêşiyê tedbîra vê yekê jî bê girtin ne wisa?

Ku netewe-dewlet tê redkirin û gelo ewlehiya wan cihên azade bi aliyê yekgirtina miletan û Amerîka ye? Lê gelo heke pêşniyara “Suriyeya demokratîk“ bi aliyê Esad ve bê pejirandin û Rojava wekî heremeka xweser a Surîyê bê qebûlkirin, projeya “jiyana komûnal“ e çawa bibûya? Yanê çawa yê him parçeyekî dewleteka kapîtalîst bûna him jî jiyaneke komûnal bijîyana?
5. Pêşiyê Kobanê, paşê Kerkûk niha jî Efrîn hate dagirkirin. Bo êdî bê fêmkirin ku heya Kurd nebin dewlet nikarin hebûna xwe, mafê xwe yî jiyînê biparêzin divê çend têkçûnên din jî bên serê me, çend kurd din jî bên kuştin, çend mîlyon kurd dîsa ji Kurdistanê bên koçberkirin?
Gelo ev rastîya ev qas eşkere ku zarokeka bêfêm jî dikare bibîne bi kîjan sedeman, bi çi armancê ji kurdan tê veşartin?
Belê wekî Kerkûkê, Efrîn jî qadek e, Kurd niha bes li qadekî têk çûne. Şer berdeavm dike. Xuyaye ku ev şera ye hê jî berdevam bike, helbet hemû şeran de carna dibe ku li qadekî têk biçî, lê helbet îxtimala serkeftinê hê jî heye. A herî girîng ew e ku gelo dawiyê de çi ye biqevime? Neteweya Kurd baş dizane ka gelo têkçûna dawîn çi ye. Neteweya Kurdan baş dizane ku; heke berjewendiyên rêxistinî, şexsî bidin pêşîya berjewendiyên neteweyî, çarenûsa Kurdan bajêvin ji ber bextê hêzên biyanî, jixwe têkçûna herî mezin ev e. Belê heya niha Kurdan ji hêza dewletbûnê ne tehmijîne lê dîsa jî her kurd baş dizane ku heya ku dewleteka Kurdan nîn be têkçûn para me ye.



18.03.2018 20:18 | jifêzagorda

3. jixwe dihat hêvîkirin. ger bi esad re hevkirinek nebe an jî rûsya derî ji tirkan re negire; herkesî dizanî ku wê encam wiha be. pirsên ku li jor hatine pirsîn, gelek di cî de ne.
şûna rejîma sûrî, pydê çima bajêr teslîmî tirkiyê kir, kes bersiva vê yekê nizane. ger teslîmî sûrî bihata kirin, qet nebe wê kurd di malên xwe de bimana. artêşa sûrî nedihat û malên wan talan nedikirin mîna çeteyên artêşa azad.
tekane bersiva tê hilê min ev e: ji ber hin nakokiyan, kurdan û rejîma sûrî hemû têkiliyên xwe qut kirin û hêdî ne pêkan e ku hevkariyê bikin. lê çima? ji ber qayîlnebûna rejîma sûrî, an ji ber baweriya kurdan ya bi amerîkayê re? xwedê bike ji ber sedema duyemîn be.

welhasil, sûrî nehat hawara kurdan û sînorên dewleta xwe neparast. ger amerîka li pişta kurdan bisekine, ji niha pê ve sûrî di qada navnetewî de nikare bersiv bide daxwaza serxwebûn an jî federasyona kurdan. lê gelo têkiliya amerîkayê ya bi kurdan re evqas cîdî ye?

ilhan uzgel di du nivîsên xwe de behsa stratejiya emerîkayê kir. di van rojên ku herkes dibêje amerîka li rojhilata navîn êdî ne bihêz e, uzgel dibêje berevajî vê yekê amerîka di sîyaseta xwe de serkeftî ye û gihiştiye armancên xwe. bi kurtî, amerîka hat rojhilata navîn û bi saya kurdan di nav 2 dewletên ereb yên ku hevkarên rûsyayê bûn, ji xwe re navendên leşkerî bi dest xistin. û dibêje li gorî vê sîyasetê, hevkarên amerîkayê wê kurd bin û hwd. jii heman perspektîfê, behsa sîyaseta amerîkayê ya di derbarê meseleya fîlîstînê de jî dike.

yanî; ger sdfê di mesela efrînê de, li gorî daxwaza amerîkayê kiribe, heye ku di rojên pêş de, qet nebe ji bo minbîc û rojhilata feratê, em bikarin tiştên baş hêvî bikin.

amerîkayê bi hezaran tirên tejî çek û cebilxane dan sdfê. hêvî heye îdîayên tirkan rast bin û ev hemû ji bo planeke mezintir bin.

têbinî: nivîsên behskirî: 1: Here lînkê 2: Here lînkê



20.03.2018 00:11 ~00:12 | simurg56

4. J'bo tirkî û Erdoğan serbilindayî û serkeftineke mezin e. Îda egoya tirkî wisa mezin bûye go hetta tirkî li bin latekî mezin nekeve û serê xwe neşikêne hew disekine. Ew latê mezin amerîka û rûsya ne.


gotineke zehf klasîk e lê ez dîse dikarim bêjim, ketina efrîne destpêka ketina iktîdara akpartiyê ye. J'bo go amerîkayê yatirimeke mezin li rojava kiriye û tirkî jî ji amerikayê re xwe dike asteng.

Îda xwidê bixêr binivîse..



20.03.2018 04:43 | gumgumok

5. têkçûna pkk ye. biryara vekişandina ypg baş bû ji bo parastina jiyana mirovan. hêza ypg têrê nake dijî artêşa tirk. di şerê kobanî de alîkariya amerîka hebû. Li efrîn tune. Her tişt girêdayî berjewendiyên amerîka ye.



20.03.2018 13:12 | hola êzîda

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» 18.03.2018 lihevketina îranê
» ketina cilan

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî