Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
maya angelou - tirşik
maya angelou
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Maya, jineka Afroamerîkan e, di 4'e avrêlê yî 1928'an de ji dayîke bîye. Wek jineka reşik hemû jiyana wê bi tekoşînê ve derbaskirî ye. Ji bo wekhevîya hemû mirovan, ji bo azadîya jinan wê her tim berxweda. Cîwanîya wê bi karên wekî xwarin çêkirin, li kluba de reqskirin, fahişetiyê ve derbasbû ji ber ku ew neçar bû. Bi hezar zor u zehmetîye jîyana xwe rêdibir. Lê wê tû carî destbi xwendinê,nivîsandine,hînbûyînê berneda. wê bername ji bo tv'ye çêkirin, helbest nivîsin, ji bo mafe reşikan çalakî lidarxistin. Maya li nav xebatên antî-kolonyalîst da bu, bi Martîn Luther Kîng u Malxom X re xebitî.
Ji helbestên Maya'yê de denge jineka bihêrs û xwebawer tê. û ew bi hemû jinan re dibêje : ger hûn ji vê pergala rezîl neqayîl bin, quna xwe ji cihê xwe ra kin!

Tenê

Duh şev, xwe direjkirî
Difikirîm
Li cîhe av tî nabe
Û nan kevirî nîne
Çawa malekî bibînim ji rihê xwe re.
Dawîyê de min bîryarek da.
Û ez bawernakim kû min şaşî kir.
Ku tu kes
Lê, tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê, tektenê
Tu kes
Lê, tu kes
Bi tena ser xwe li vir nikare.
Hin mîlyoner henin
Bi pereyê nikarin xerçbikin ve
Jinên wan digerin wek elka mirinê
Zarokên wan dibêjin stranên tenêtiyê
Bijîşkên wan en biha henin.
Kû dilê wan ên kevîr baş bikin.
Lê tu kes
Belê, tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê,tektenê
Tu kes, lê tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Niha, eger tu min guhdarî bikî bi can û dil
Ez ê ji te re tiştên kû dizanim bibêjim.
Ewrên reş dicivin.
Bahoz radibe.
Mirovahî ji keserê de ye.
Û dibhîsim gazinan.
Ku tu kes
Lê tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê, tektenê
Tu kes, lê tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare. (bnr: alone)



11.03.2018 22:36 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mayakovskî

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst niviskarhlbstvn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî