1. wekî xeyal dest pê kiriye û ber bi kabûsê ve çûye. li abhazyayê gurcî û berevajiya wê, li ermenistanê azerî, li azerbaycanê ermenî hatiye qelihandin, û li cihên din jî tovên dijminî ketiye her derî: koçkirina zorî, etnosîd, bişaftin, neteweperstî, dagirkirin, şerên navxweyî û hwd. tabloyekî trajîk. |
|
08.03.2018 21:32 ~21:34 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. Hema bibêje yekîtîya sovyetê, an jî yekîtîya sovyetan. herweha bi kurtasî (bnr: ykss) |
|
19.12.2019 00:31 ~2020.01.21 16:56 |
mirovekirind
![]() |
3. Dewleta ku ji alîyê bolşewîkan û bi serokatiya vladîmîr lenîn ve piştî şoreşa cotmehê di sala 1922an de hatiye avakirin û heta sala 1991an hebûna xwe domandiye. Di nav xwe de nêzîkî 17 komaran hewandine. |
|
19.12.2019 12:33 |
xelîl
![]() |
4. utopyaya çepgirên romantîk e. lê çem û çem çû. çima? ji ber ku ker bûn. diktatorî bi her çi awayî jî be dîktatorî ye, dawîya wê her tunebûn be. vêca dev ji çepgirî ya romantîk berdin û berê xwe bidin rastîyê. (min şaş fêm nekin ez jî çepgir im -netewperestek çepgir- lê romantîzma çepgir li ser sovyetan dikin tiştek din e) |
|
13.04.2020 22:48 ~23:57 |
soryazyus
![]() |
5. yekemîn dewleta karkeran avakirî ye. ykss qonaxa herî bilind a mirovahîya hemdem û şanaz e. bi berterefkirina kêm û qusurên xwe, nûjenkirina rê w rêbaz û teorîya xwe dîsa komunîzm siberoja mirovahî ye. bolşevîkan bi avakirina vê dewleta proleter peyitandin û ji cîhanê re ragihandin ku cîhanek dî pêkane. têkçûna sovyetê ne dawîya dinê ye. |
|
13.04.2020 23:55 ~2020.04.14 00:29 |
hespêsor
![]() |
6. xêra wan li kurdan çêbûye di warên çand û zimanê de. ne tenê radyoya êrîvanê, wekî din karên basil nikitinî û karên aleksander jabayî ku koleksiyoneke hêja a kurdolojiyê tomar kiribû jî hene. ew tev ji ber îdeolojî û felsefeya ykss'yê çêbûne, ne bi qaçaxî an bi tesadifî. |
|
29.01.2023 04:35 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |
![]() |
denozer72 [1] |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |