Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
nanê bajêr - tirşik
nanê bajêr
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nanê firnê,di demên kevn de hisreta zarokên gundan ku ji şekir jî bi qîmettir bû.Dema kesek ji bajêr bihatana zarokên gund ên ku pêdiheisyan diçûn pêşiya wî û wî jî nanê bajêr parçe parçe li wan belav dikir.



07.09.2013 22:33 | cirano

2. min ji devê hevalekÎ ku zarokanî û ciwaniya wî li gund derbas bûye seh kiriye.. digot me nanê bajêr an bi navê xwe yê din nanê firnê dixist di nav nanê xwe yê malê yanî nanê tenûrê de dikir pêxwarin û dixwar..



07.09.2013 22:44 | endazer

3. li gund û kûçeyên dûr yên bajaran de ber dilê zarokan xweştir be jî, piştî salan li bajarên mezin bihûrandinê lê tê derxistin ku nabe neynûka nanê tenûrê jî.

û navê wê jî ne nanê bajêr e, nanê beqqal e *



08.09.2013 00:32 | simurg56

4. ka ÇAYA WE,KA NANê tendûrê?

Ma mêvanperwerya we ev e? *))



08.09.2013 00:58 | sevê

5. li Hêla me jî jê re dibêjin nanê qutik. (ji wî nanê somin re ne ji yê din re). ez texmîn dikim ev bê ka ev nav çawa derketiye. teqez awa bûye:

………………..

(Mêr ji bajêr hatiye û di destê wî de nanek heye)

+jinê! hela were mêze ke min çi anî.

- te çe anî?

+nan. min ji bajêr anî û bi rastî jî tama wê jî pirr xweş e.

-çawa pirr xweş e.ji nanê me yê tenûrê jî xweştir e. (hesûdiyê dike) hela bide. (dixe destê xwe, di bin çavan re lê mêze dike û hinekî jê çêj dike). ev, nanê baş e!? (henekê xwe pê dike). bi Xwedê tiştek jê re nabê. ji xwe tiştek awa wek “quto” ye. bêhûde te ev nan aniye, ez bawerim wê zarokê me ji vî nanî hez nekin. (mixabin zarok jê pirr hez dikin û nefreta jinik zêde dibe ew “quto” jî dibe “qutik”)

…………………..



08.09.2013 21:53 | bayesar

6. li ba me digotin nanê firûnê gava ku me dixwar devoka me di cîde dihate guhartîn diçû ser bajariyan, yanî tiştekî wiha bû.



08.09.2013 22:16 | tivirloismail

7. kurbanâ (bnr: nanê tendûrê) bÎ



27.05.2014 23:19 | picassoyê kurdî

8. bi navê xwe yê din nanê sominî ye.



02.07.2014 21:24 | simurg56

10. (bnr: nanê somî)



21.08.2018 15:27 | jifêzagorda

11. Diya min di go me carê jê re di go nanê sêrtê. Ji ber ku li gund bûn û nan ji sêrtê di hat *



22.08.2018 11:28 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» nanê şkeva
» bajêrwatches

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî