Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hevpeyvînên tirş - tirşik
hevpeyvînên tirş
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzehevpeyvînên bi nivîskarên tirşikê re ji hêla xewseriqi.blogspot.com'ê ve têne çêkirin.

ya ewil bi tirşikvanê qeşeng û jêhatî ferhenga şikestî re hatîye çêkirin. kerem'kin bixwînin:
hevpeyvîn tirş - 1 "ferhenga şikestî"
Here lînkê



27.02.2018 23:10 ~23:10 | xendekî

2. (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî)

dema min ev favorî dît, min pirqîniyekê avêt. her bijî! *



28.02.2018 22:17 ~22:18 | biruya hayao miyazaki

3. hevpeyvînên tirş - 2 "biruya hayao miyazaki"

xewşeriqî hevpeyvîna duyem a tirş bi tirşikvanê jîr û rengîn û rûken û veşartî biruya hayao miyazaki re kir ji bo we xwînerên ezîz û dilsoz.

"Her wiha wekî kurdekî gay, bi du nasnameyên ji hev zehmettir, şert û mercên tehemûla mayînê li wan deran namîne, (...) Ez her tim di nav tirkan de bûm, kurdên li der û dora me jî tev tirkmanc bûn. Tirşik ji min re hewşekî tije kurdîaxêf dîyarî kir û belkî jê girîngtir bû dibistana min a kurdî. Çawa min dest bi nivîsandinê kir, xwendina min a kurdî jî pirttir bû."

keremkin, bixwînin: Here lînkê



05.03.2018 02:13 ~12:15 | xendekî

4. hevpeyvînên tirş - 3 "endazer"

hevpeyvîna 3yem a xewşeriqî bi endazer re ye gelî cimaeta hazir a tirşika gewre. kerem'kin guhê xwe bidin endazer ka di derbarê tirşikê û xwe û kurdî de çi dibêje:

"têkiliya di navbera niviskar û xwendekaran de piçekî jî dişibe têkiliya axatî û xulamtiyê"

"Ez ferqeke berbiçav di navbera nivîskar û xwendekarên –nivîskarên tirşikê- Kurdî de nabînim. Ku tim ji hev ne qayîl in. Kêmasiyek hebe ya herdu aliyan e jî,"

pêlê bike û hemûyê bixwîne: Here lînkê



11.04.2018 10:42 | xendekî

5. hevpeyvînên xweş û samîmî ne. hevpeyvîna dawîn ya ku bi endazer re ye, dîsa pir serkeftî bû. mirov bi saya hevpeyvînan, heçko hinekî din dikare cîhana hundirîn ya nivîskaran fêhm bike.
hevpevîna bê, wê bi tivirloismail re be. ger pirsên we hebin, hûn dikarin di binê hevpeyvîna dawîn de pirsên xwe ji xendekî re bişînin ku ew jî jê bipirse.



11.04.2018 22:00 ~22:00 | simurg56

6. Min 3 heb hevpeyvîna xwend ji bo xwûdanê blogê hinek pêşnîyarên min hene bo pirsa.
Bi ya min;

1 . Divê pirsek ku kurtejiyana nivîskaran bipirse jî hebe.
2. Pêşnîyarên nivîskaran bo geşedana tirşîk ê jî bila bête pirsyarkirin
3. Pêşnîyarên çareserîyên pirsgirêkên navbeyna "nivîskar-nivîskar", "nivîskar-tirşîk.net" û nivîskar û motîvasyona nivîskar bête pirsyarkirin da ku hinek fikir bidete me bo xweşiya tirşîkê.

Niha evin eger tiştek din jî bête bîra min ezê binivîsim.



17.04.2018 16:13 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevpeyvînên înanolo
» tirşikvanên ku dema li teksiyê siwar dibin bi berdewamî li teksîmetreyê dinihêrin

Kategoriyên mijarê:: weje tirsik weje tirsik weje tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî