Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nexweşiya dest pî û devê - tirşik
nexweşiya dest pî û devê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: hand, foot, and mouth disease)

nexweşiya ku ji ber vîrûsan der tê. sedema yekemîn vîrûsa koksakî a16 ye, di rêze duyemîn de jî enterovîrûs 71 heye.
di rojên ewil yên nexweşiyê de bêhalî û zêdebûna germahiya laşê mirov dibe. di rojên pêş de li dora devê nexweş û di her du rûyên dest û pîyên nexweş de gelek lekeyên sor derdikevin. ev leke/deq di rojên ewil de gelek diêşin û dixurin.
tedawîyek rastîn ya nexweşiyê tune. nexweşî bixwe derbas dibe lê ji bo hêsankirina pêvajoya başbûnê, dermanên ku xurînê û êşê kêm dikin, tên standin.
her ku nexweş baş dibe, ev deq hêdî hêdî spî dibin û çermê li ser wan diwerihe. heta 10 rojan baş dibe. ji bo teşhîsê, dîtina lezyonan bes e. lê ger ne net be, bîyopsî dikare were standin û di vê parçeyê de hebûna vîrûsê tê îspatkirin.
di zarokan de piştî 4-8 heftiyanî, neynokên tiliyên ling an jî destê dibe ku bikevin. lê xem nake, bêyî tedawiyê, neynokên nû derdikevin şûna wan. sedema vê yekê tam nayê zanîn.

gelek zû vedigire derdorê, loma ev nexweş heta sax bibin, lazim e neçin nav mirovan.

ev jî wêneyên rastîn yên keça min in *
Here lînkê
Here lînkê



02.02.2018 21:57 ~21:59 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya çolyakê
» destûbira
» pîsê heram
» devê xwe pê nekir

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî