Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
husein muhammed - tirşik
husein muhammed
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994an şûnde li Fînlandayê dimîne û niha li zankoyê dadweriyê (hiqûqnasiyê) dixwîne û ji daîreyên cor–bi–cor ên kargêrî (îdarî) yên Fînlandayê re tercumaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî dike.

Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû–elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî–îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî–kurmancî dixebite.



07.09.2013 19:06 | endazer

2. Kedkarekî kurdî yê pir çalak û hêja ye. Xebatên gelek baş ji bo kurdî pêk tîne. Di wîkîferhengê de kedeke wî ya mezin heye. Her wih di çêkirina opsiyona beşa kurdî ya google translate de jî dixebite. Hûn dikarin ji feysbûkê xebatên wî bişopînin.



Ev jî nivîseke wî ya li ser GELO TIRKÎ PEYV JI KURDÎ WERGIRTINE? ye:

http://www.kulturname.com/?p=10410



24.01.2015 08:47 | xendekî

3. di peyvçêkeriya kurmancî de dema ku peyvek hewce be, li gorî rê û rêbazên peyvçêkeriyê peyvên xweşik û rengkurdî çêdike. ilma wî ya li ser zimanzaniyê rind e.



(bnr: demname)

(bnr: xwêne)



05.04.2015 22:26 | serhednişîn

4. wergêrekê hêja ye jî, ji wêjeya cîhanê gelek helbestvan bo kurdî nasandine. li cem min du pirtûkên wî yên wergera helbestan hene. Ya ewilî evînname ye (bnr: evînname)

ya duyem jî bo te ji welatekî dûr dinivîsim ye (bnr: bo te ji welatekî dûr dinivîsim)



24.04.2015 17:30 | xendekî

5. xwediyê vê bloga dewlemend e:

(bnr: zimannas.wordpress.com)

Here lînkê



31.07.2015 16:46 ~16:46 | xendekî

6. Zimannasê kurd



12.12.2015 15:42 | ycup

7. Heft salan berê dest bi wergerrandine Qur'anê kiribû lê mixabin xilas nekiriye.
Here lînkê

Li kovara kanîzarê de jî dinivîse.



22.05.2018 22:55 ~22:59 | cûndûllah el-kurdî

8. mi digot qey min berê peyamek derheqê vî camêrî nivîsandiye, lê na! nivîsandin bi min ferz e! ji ber ku ev pênç roj in, ser hevdu bi îman li rêbera rastnivîsînê ya komxebata kurmanciyê dixe. lêxistin, lêdan û kutan bi zanyarî çawa tê kirin, derseke xweş dide wan zimannasên tevlî komxebatê bûne asdfg * Rexne û nirxandinên wî derheqê vê kitêba komxebata kurmanciyê 5 heb in heta niha. lê dê bidome. û ez bi hevalekî xwe yê hêja re wekî zarokên li benda vegera bavê xwe ne, her êvar û şev li bendê disekinin û difikirin îcar li ku derê komxebatê pûç kiriye? asdfg * Here lînkê

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (1) : Here lînkê nivîsên mayî di nav gotarê de girêdankirî*ne.

li twitterê hevalê hêja berevajî twîteke xweş belav kiriye: Husein Muhammed ji bo ewlehî û tendiristiya zimanê kurdî dest daniye ser rêziman û rênivîsa zimên Here lînkê

nîşeyek qehrê: ev peyam çar qatê vê peyamê bû lê belê sîstema tirşikê yên jor qeyd kiriye, ez biecandim!ev cara duda bû! nalîzim dqn!



02.02.2020 17:39 ~17:47 | biruya hayao miyazaki