1. Filmên ku hingî milet serxweş temaşe dike qeza û bela ji serê lîstikvanên wî yên sûcdar û gunehkar kêm nabe, tên tacîzkirin, qeza dikin sûca dikin.. niha miletê tirk şiyarbûye pirahiya filma fînal dikin di wê ferqêdene hûn jî jixwere razên û bivêjên vî dînî, şîzofrenî çi dibêje |
|
10.01.2018 11:29 |
telebê hz mêdî
![]() |
2. rêzefîlmên ku dema bê hiş bûm ez jî kesekê temaşevanê wan bûm ku piştî min dinya baş naskir, êdî her tişt ji hev safî bû. |
|
19.05.2021 21:19 ~2021.09.14 07:44 |
merwano
![]() |
3. Wê rojê ez fikirîm min got gelo min di jiyana xwe de heya aniha min çend heb rêzefîlmên tirkan ji beşa ewil heya fînalê Temaşe kirine gelo? Fikirîm fikirîm ti rêzefîlmek nehat bîra min. |
|
19.05.2021 22:03 ~22:05 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. dibe ku rêzefîlmên herî genî û bêxîret bin. çi pîsîtî, bêşerefî hebe di wan de heye. hezar caran mixabin ku îro hemû malbatên kurd li wan temaşe dikin. |
|
19.05.2021 22:07 ~22:08 |
hueyn
![]() |
5. Rêzefîlmên ku tenê di warê kalîteya kamerayê û hinek jî listîkvaniyê de ji rêzefîlmên hîndê cuda ne. Bi min ti ferqa honakê û kilîşeyan di navbera her du aliyan de tune ye. |
|
19.05.2021 22:11 |
xelîl
![]() |
6. rezêfilmên ku ji aliye mirovên bi 3 iq tê çêkirin. |
|
19.05.2021 22:30 |
heval.js
![]() |
7. Esrar ango haşhaşa ku min qet jê nekişandiye. Belê esrar, ji ber ku yên jê hilmekê dikşînin an pozê xwe ber bi bêhna wê de didin, dibin mêjîgirtiyê vê keratiyê. Ji ber ku bergiriya minî xwezayî li hember vê bûjenê heye, bandor li min nake. |
|
19.05.2021 22:36 |
tîrêj zana 21
![]() |
8. (bnr: yedi numara) |
|
19.05.2021 22:41 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
9. li başûrê kurdistanê di top oneê de ne. heyf. zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê/136691 |
|
14.09.2021 03:21 |
asîmanê sêwî
![]() |
10. Rêzefîlmên ku mejîyê meriv dike dew. Piranîya wan li ser drama, evîndarî, romans û teşqela jîyanê hatîye hûnandin. Hem xelekên wan dirêj in, hem jî her bîstikê dikevin neqeba reklaman ku ev kezeba meriv dike girar. |
|
14.09.2021 22:21 |
pîroz
![]() |
11. Rêzefîlmên ku li rojhilata navînê gelek tê hezkirin û temaşekirin. Bersiva Rojhilata navîn çima li paş maye ye. |
|
14.09.2021 22:29 |
kajav
![]() |
12. Pêvçûnê ku kes namire , siltanê ku li herema di şeran de ser dikevin , xiyanet, kesên ku dimirin paşê dîsa tên beşdarî rêzefîlm dibin, akşinî bê wate, bi kurtasî 10 types of turkish series : Bi ya min xweş çêbûye * |
|
16.09.2021 19:00 ~21:01 |
navîgiranmezelîwêran
![]() |
14. li welatên ber bi pêşketinê pir tên hezkirin. ji ber ku hemû rêzefîlmên tirkan bi riya romantîzmê xewn û xeyalên jin û mêran dixemilînin yên ku hîn pêdiviyên xwe yên razber temam nekirine û vê kêmasiyê bi fanteziyên kevneşopî tije dikin. zengînî, hurmetdîtin, evîndarî, hêza bêserûbin, xweşî û estetîzm filan û bêvan. hemû jin zîn û leyla ne û hemû mêr mafyatîk in. hemû temaşevanên wan ên jidil xwe li şûna qehremanên van rêzefîlman xeyal dikin. jbk di jiyana rastiyê de tu carî -bi temamî- nikarin bibin xwedî van tiştan. êêh, propagandaya çanda tirkî jî dikin. |
|
20.09.2021 14:42 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. Rêzefilmên ku axlebê wan exlaqê civakê xira dike ye. An jî jixwe xirab e ji ber vê tên hez kirin û sêr kirin. Ji dêlva wan dîwara sêr bikin çêtir e. |
|
21.09.2021 20:13 |
xwelî li ser
![]() |
16. rêzefilmê bi navê çukur ê ku kurdên bakur jî pir lê temaşe dikirin, kitêba vî rêzefilmî li başûrê kurdistanê bi wergera soranî hatiye çapkirin. Here lînkê |
|
09.07.2022 03:29 |
asîmanê sêwî
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |