Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şeva gayê zer - tirşik
şeva gayê zer
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. roja girantirîn a zivistanê ye. dibêjin wê şevê di derbekî de hingî berf û ba û baran tê ji bilî keşe û kurên wî gundî hemû bin berfê de mane.

çîrok wilê ye:
Got xilaseka Çileyê ye. Go keşê bakir kurên xwe û got: “Kurê min, çend roj çile mane?” Kurekê wî got: “Şev û rojek maye yabo.” Keşe got: “Heyhoo, hê sal û zeman mane.” Kurê wî: “Yabo ma ka sal û zeman, tenê şev û rojek maye.” Keşe got: “Kurê min here gayê zer bênin, ser jê bikin. Goştê xwe deynin ser êgir."
Kurên wî gayê zer ser jê kirin, goştê xwe danîn ser sobeyê û hazirîyên şev û rojekî xilas kirin.
Dibe şev, wê şevê berf û ba û bahoz û teyrok û beledî, hemû nav hevde dibarin. Çiqas ku serbanê wan tijî berf dibe kurên keşê ji rêzê ve diçin wê berfê paqij dikin. Her heta dibe sibeh bi vî hawî serbanê xwe ji berfê paqij dikin û her cara ku diçin paqij dikin û tên ber sobê û ji goştê gayê zer hinekî dixwin. Pê goştê gayê zer têr dibin û nacemidin. Bi vî halî dibe sibeh. Şev û roja wan xilas dibe. Keşe û kurên wî hê jî ser piya ne. Keşe dibêje kurê xwe: “Kurê min tu derkeve j'derve, ka meyzêne halê gund çawa ye, çi bûye, çi nebûye?” Kurê wî derdikeve j'derve û dimeyzêne ku xanî hemû ketine, gund wêran bûye, ji xeynî sing û stûnan tiştek xûya nake. (berhevkar: ez *)
bi vî hesabî şeva heyho bi salnameya mîladî dibe 13 sibatê.



13.02.2018 02:02 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeva hicran
» gayê gêlê
» zerya hobi

Kategoriyên mijarê:: cand mitoloji cand mitoloji cand mitoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî