Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
li rûsyayê sîstema navlêkirina kesan - tirşik
li rûsyayê sîstema navlêkirina kesan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li rûsyayê sîstema nav dayînê ji ya tirkiyê cûda ye. wilo ku;

nav + navê bav + paşnav


mînak; navê min gulê ye.
navê bavê min silêman e.
paşnavê min hesin e.
wî çaxî di nasnameya min a rûsî de wisa tê nivîsandin
gulê silêmanovna hesin

ev tişt ji bo birayê min wisa dibe. navê birê min bila mirad be.
mirad silêmanovîç hesin



30.12.2017 12:59 ~13:01 | gulêê

2. bi ya min paşnav tiştekî bêwate ye. hele paşnavên kurdan hemû biryara karmendên nifûsê ne. bikaranîna navên bav an jî dayîk jê çêtir û kêrhatî û nêzîkî rastiyê ye. dê û bavê min hîn jî wateya paşnavên xwe nizanin!

niha di tirkiyê de paşnav, ev qanûn ji bo karên dadgeriyê hatiye sepandin, dema di zewacê de dibe mesela namûsa mêran ku sed sal berê tune bûn. bi saya vê paşnavê jin mîna mal û eşya, ji navekî derdikevin û dikevin bin navekî din û mêr mîna tapoyan paşnavên xwe dizeliqînin jinan!

di dibîstanan de tê fêrkirin, heke ev qanûna paşnavê derneketa dê dadgeriyê de tevlîhevî derketaya û hwd û henekên xwe bi bikaranîna kevn dikin ên mîna "'elî kurê meheme". va ûris kirine. japon jî ne xelet bim wisa bikartînin.

wekî mînak îro ne ji nav û ne jî paşnavan hewceyî heye. ev hejmara nasnameyê bêyî gotina nav, di karên fermîyetê de karê meriv hel dike.

her wiha ji bo têkiliya peyam û sernavê xurt bikim, girêdanekî bidim we:
Here lînkê ji bo navên lehengên romanên ûris* rêberekî xweş e.



30.12.2017 15:10 ~15:14 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema tirşikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî