Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nebûna keçikên henekoy - tirşik
nebûna keçikên henekoy

Navê mijarê ya ewil ev bû:çima keçikên henekoy nînin!
(8) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Hema bêje însanên henekoy hemû mêr in. Min niha tê anî der. Ji binî jin nînin! Ew jinên go hesabê serê derziyê jî dikin; tiştekî bêqîmet jî be, ji ber çavên wan nikare bireve. bêma'ne şeytên jî dixapênin lê dîse nabine henekoy!

Gelo çima?
Newêrek in?, Bîr nabin? Bikêr nayên? Jxwe nebawerin? Ne hewce ye? darên şikestî ne?


Qîzên tirşikê îda terikîne go bersivê jî bidin. ev pêleke bêdeng in . Bi vê awayê em bi dengekî sêwî qêrînekê bangî wan delalên nazik û nazenîn dikin. De werin diya min, de werin. tirşikê sar nekin *

Edît: bi tirkanî bêjim , istisnalar kaideyi bozmaz. Helbet hinek hene, û her keç carinan henekan dikin, lê nagihine toza kurikan jî . Em dikarin bêjin nînin. Û birastî jî wisa ye.



29.12.2017 03:09 ~12:34 | gumgumok

2. yê ku ev mijar vekirî, dibê ku li diyayek din dijî. Têzeke gelek gelek bê wateye ku avêtiye hole. Têra xwe keçikê henekoy hene.



29.12.2017 10:45 | tililili

3. mijara ku min cara ewil xand, min go qey henekoy navê gundekî ye *

bi ya min keçikên henekoy hene lê kêm in.
hele hele di tirşikê de gulêêyek heye.
zev henekoy e. Şêrîn şekir şerbet nîn e lê îdare dike ;)



29.12.2017 11:12 | bûtîmar

4. (bnr: henekok)
(bnr: keçikên henekok)



29.12.2017 13:24 | kocer.rojhelati

5. Keçikên henekoyî hene lê berhemên wan pir kêm in, li gorî mêran.

Caps, Meme, gîf, sticker, twît û diçê û hey diçe



13.12.2020 11:23 | merwano

6. Zabî Hemîs şairekê ji Abû Dabîyê ye,di sala 1958an da ji dayîk bûye. Zanîngeha İndianayê diqedîne û piştra di zanîngehê Washîngtonê da beşa felsefe û polîtîkayê diqedîne, li Kahîreyê dijî, li Misirê şaîra herî zêde tê naskirin e, hin kitêbên wê ;
Gavên min ên li ser rûyê erdê,
Qasidêyên hezkirinê,
Mirina hêja,
Sor,
Di xewnên romantîk da dimeşim.
Ev hemî helbest in xêncî wan wergêr e û sê heb jî pirtûkên wê yên çîrokan hene.
Heblesteke wê ya xweşik dinivîsim li vir :
Dest li Dest

Ey ronahîya mezin a digirî
Lê tu kesekî çênekî, hez nekî, kî hez dikî
Hêvîdarbûna te ya dûr û dirêj belav nabe
Tu vala dikî ev ronahîya ku li ser asta her tiştî ye



13.12.2020 15:04 | xwebixwe

7. İddiayek e zilaman e. Ew jî ji xwe re dibêjin em qomîk in * Tenê kêfa wan ji espriyê wan re tê. Ji xwe li vê dinyayê ne mimkin e zilam û jin bi temamî û xweşikî ji hev du fahm bikin. Bi rastî jî êdî yeqîn dikim mejiyên zilam û jinan ji hev gelekî cûdatir dixebite. Ji aliyê stand up ê jî em binerin ew jî piçekî ji ber civatê ye. Ew henekên zilamên li ser dikê dikin nîvê wan jinek derkeve û bêje wê bê recm kirin an ev civaka me ya zahf pîroz rabe bêje "ma ne eyb e jinek rabûye van peyvan dike ? Ma gotinên wisa qet li jinan têê? " hwd



13.12.2020 19:05 | biaqila malê

8. (bnr: biaqila malê) jiberêde qasê nasdikim bi qasê qelewbûna xwe henekan dike û dikare bike mafê wê hinda nekin *



13.12.2020 21:16 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nebûna malpereke baş a nuûçeyan a bi kurdî
» keçikên hiş sivik

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket jiyan anket jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî